Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: PDK hem diz e, hem topiz e

 

PDK HEM DIZ E, HEM TOPIZ E
GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Di demekê de ku berxwedana dîrokî ya gerîla li dijî dewleta Tirk a dagirker dewam dike, hêzên taybet ên PDK’ê dest bi dorpêçkirina gerîla kir. Her çend gerîla xwe ji şerekî bi vî rengî dide alî jî, hêzên taybet ên PDK’ê bi israr xwestin li cihên hakim xwe bi cih bikin ku wateya vê jixwe dorpêçkirina gerîla ye. Hêzên taybet ên PDK’ê di bin bombebarandina balafirên şer ên artêşa Tirk de xwe li hin cihan bi cih kirine. Wateya vê şerê li dijî gerîla ye.

Gerîla çawa ku li ber xwe dide û nahêle TC bikeve warên wê, li dijî hêzên eskerî yên PDK’ê jî wê li ber xwe bide. Ji lew re jî di vî şerî de wê ji windahiyan PDK berpirsyar be. Aliyê ku şer ferz dike, nêzîkatiya PDK’ê ye. Ji ber vê jî heke ji hêzên PDK’ê windahî çêbin jî kesek nikare gerîla sûcbar bike. Sûcbarkirineke bi vî rengî berovajîkirina rastiyan e û di heman demê de tê ser wateya; gerîla, tu çima teslîm nabî? Ev jî ne heqê ti kesî ye.

PDK tam jî di demekê de ku artêşa Tirk xitimiye, ket dewrê. Ev yek eşkere li kêleka dewleta Tirk ketina şer e. Ev harekata xilaskirina dewleta Tirk a ji têkçûnê ye. Bi vî awayî destekê didin dewleta Tirk ku Tevgera Azadiya Kurdistanê tesfiye bike û qirrkirina Kurdan pêk bîne. Partiyeke Kurdî ku ketiye vî halî ev bi serê xwe trajediyek e. Li her dera cîhanê ji bo helwêst û polîtîkayên bi vî rengî xiyanet tê gotin. Bi dorpêçkirina gerîla, rehetkirina dewleta Tirk weke ku HPG’ê diyar kir, ji pişt ve xencerkirina berxwedanê ye. PDK hem ji pişt ve xencer dike; hem jî nerazîbûnê nîşanî gerîlayan dide ku li hemberî vê xencerkirinê li ber xwe didin! Yanî, ew hem diz û hem jî topiz in.

PDK bi sûcbarkirina gerîla dixwaze ser hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re û ser sûcên xwe bigire. Tişta ku tê kirin ji ber ku xiyanet e, niha jî ketine tatêla wê yekê ka çawa gerîla weke sûcbar nîşan bidin. Lê belê, tişta ku tê kirin bi eşkereyî li kêleka dewleta Tirk ketina şer e, dixwazin dewleta Tirk ji halê wê yê xitimînê xilas bikin. Lê ji ber ku rastî ev e, Kurd ji propagandayên PDK’ê bawer nakin. Niha her Kurdek vê pirsê dike; di demekê de ku gerîla bi awayekî dîrokî li ber xwe dide, rûmeta Kurdan diparêze hûn çima eskerên xwe bi ser gerîla de dişînin?

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv