Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ehmed Pelda: Mudaxeleya Erdogan li ser xitimandina eskerî

 

EHMED PELDA / YENÎ YAŞAM
MUDAXELEYA ERDOGAN LI SER XITIMANDINA ESKERÎ

Dewleta Tirk şerê li Başûrê Kurdistanê dikşîne qonaxeke din. Bi taybetî PDK’ê beşdarî vî şerî dike û nakokiyên navbera Kurdan kûr dike. Li aliyekî jî komên çete yên li Lîbya û Sûrî jî bi kar tîne. Bi vê yekê re hewl dide ji aliyê aborî û demografîk mudaxeleyî herêmê dike.

Wekî tê zanîn hêza eskerî, tevna îstîxbaratê, teknolojiya zêde, operasyonên hewayî û bejahî encamek bi dest nexist. Ev yek di derûniya hukûmet, çapemenî, îstîxbarat û eskeriyê de jî xuya dike. Li gorî plana wan divê PKK’ê ji zûde hatibana îmhakirin.

Ji bo vê yekê butçeyek mezin hatibû veqetandin. Bi riya çapemeniyê jî ketin nava tevgerê. Wezîrê Tirk Hûlûsî Akar û fermandarên Artêşê serdanên wan çêbûn. Eger encamek bi dest xistibana wê Erdogan ev yek veguherandiba ranteke siyasî.

Tevî ewqas mudaxeleyê jî PKK ji deverekê jî venekişyaye. Herdu alî ketine nava hev û ev yek serketinê dide PKK’ê. Artêşa Tirk sînorê hêza xwe dît û fêm kir ku nikare.

Li herêmê berxwedana gundiyan jî heye. Di nava gel de prestîja PKK’ê zêde dibe. Navê Dewleta Tirk li ser dagirkeriyê belav dibe. Çalakiyên li qadan jî berfireh dibin.

Ev berxwedan ji aliyekî ve îmaja PKK’ê ya eskerî zêde dike û bandora wê ya polîtîk jî berfireh dike. Ji ber vê rewşê Dewleta Tirk û PKK têkiliyên xwe di ber çavan re derbas dikin.

Ji bo Dewletê pêvajoya zahmet bi mudaxeleya Erdogan çêbû. Li aliyekî Mexmûr kir hedef, li aliyekî jî bi awayekî hemwext yekîneyên PDK’ê çûn herêmê. Hêviya wan ew bû ku şerê PKK û PDK’ê derkeve û Kurdan têk bibin. Xuyaye ku zextên cidî çênebin wê dewlet bi awayekî eskerî zorê li pêvajoyê bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv