Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mûstafa Karasu: PDK û dewleta Tirk di konsepteke hevpar de tevdigerin

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
PDK Û DEWLETA TIRK DI KONSEPTEKE HEVPAR DE TEVDIGERIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, di bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê de mijarên di rojevê de nirxand.

Bi taybetî li ser mijara hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re sekinî.

Diyar kir ku di tevgera dagirkeriyê de PDK û dewleta Tirk di konsepteke hevpar de tevdigerin.

Dixwazin gerîla û di şexsê gerîla de tevgera me ya azadiyê tasfiye bikin.

Di vê çerçoveyê de dewleta tirk armanc dike ku qirkirina gelê Kurd bi ser bixe.

Di vê mijarê de jî PDK tê bikaranîn.

Ev konsepteke, ku PDK û dewleta Tirk hevpar plansaziya wê kirine.

Dorpêça li Metîna, ketina qadên gerîla û qutkirina qadan, di çerçoveya plansaziyekê de pêk tê.

Plan eve; wê PDK bibe hesinê sindan û dewleta Tirk jî çakûç.

Û bi vî awayî jî tevgera azadiyê tasfiye bikin.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
PDK DIXWAZE DEWLETA TIRK JI REWŞA TÊKÇÛYÊ XELAS BIKE

Mûstafa Karasû, diyar kir ku PDK hewl dide dewleta Tirk a têk diçe xelas bike.

Eskerên dewleta Tirk di dorpêça gerîla de ne.

Di bin darbeyên gerîla de jihev dikeve.

Di mehekûnîvê dawî de rewşeke wiha di qewime.

Asta berxwedanê bi vî awayî bû.

Ya rast ji bo hawara dewleta Tirk PDK ket vê tevgerê.

Di demeke ku dewleta Tirk têk diçû, êrişên wan vale dihatin derxistin;

PDK tê û dixwaze dewleta Tirk ji vê rewşa xilas bike.

Ew bixwe jî nayê, di bin parastina balafirên şer dewleta Tirk de pêş de diçe.

Ev jî tê wê wateyê ku PDK li kêleka dewleta Tirk cih girtiye û ketiye şer.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
POLÎTÎKAYÊN PDK’Ê XIZMETÊ JI PÊKANÎNA QIRKIRINA KÛRDAN RE DIKE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, bibîr xist ku ketina qadên gerîla ya hêzên PDK’ê, tê wateya şer.

Ev polîtîkayên PDK’ê hemû xizmetê ji pêkanîna qirkirina Kurdan re dike.

Dewleta Tirk hebûna Kurdan qebûl nake.

Ji vî alî ve PDK dibe parçeyek ji vê polîtîkaya înkara gelê Kurd a dewleta Tirk, ku di pêşerojê de dixwaze başûrê Kurdistanê jî bide berxwe.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
DIVÊ GELÊ KURD, PARTIYÊN SIYASÎ Û REWŞENBÎR LI HEMBERÎ PDK’Ê BIBIN XWEDÎ HELWEST

Têkildarî êrişên li dijî mexmûrê jî Mûstafa Karasû nirxandin kir.

Roja ku xwestin qadên gerîla dorpêç bikin, hemwext êrişî Mexmûrê jî kirin.

Ev jî tê wateya ku polîtîkayeke hevpar tê meşandin.

Ji ber vê yekê divê êrişên dewleta Tirk mafdar neyê dîtin.

Neteweyên Yekbûyî, Irak, DYA û Ewrupa jî divê li hemberî vê êrişê rabin.

Divê gelê me hemû jî xwedî li xelkê Mexmûrê derkevin.

Helbet di vê mijarê de polîtîkayên PDK’ê jî divê werin teşhîrkirin.

Ango kiryarên PDK’ê hemû divê bi awayekî vekirî raxînin holê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv