Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Şandeyek ji parlamenteran wê li Metînayê lêkolînê bike

Şandeyek hevpar a ji parlamentên Bexda û Hewlêrê, ji bo êrişa li Metînayê lêkolîn bike, ku 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, berê xwe da herêmê.

5’ê Hezîranê konvoyek ji dehan wesayitên hêzên PDK’ê berê xwe da herêma Metînayê, ku dewleta Tirk a dagirker li vê herêmê êrişan dike û gerîla jî li ber xwe dide. Dema ku konvoy ber bi nuqteyên gerîla ve diçû teqîneke mezin pêk hat.

Têkildarî vê teqînê ku 5 PDK’iyan jiyana xwe ji dest dan, HPG’ê ragihand ku hêzên gerîla çekeke ku karibe wesayita zirxî îmha bike bi kar neaniye.

Di daxuyaniya HPG’ê de hate gotin, “Teqîna li vê wesayitê mijareke hêjayî lêkolînê ye. Bi navê HPG’ê em pêwîstiyê pê dibînin ku bûyer ji aliyê heyeteke hevpar an jî heyeteke serbixwe ve bê lêkolîn.”

Li gorî pisporan, dîmenên wesayita zirxî ya ku bû hedef, nîşan dide ku êriş ji hewayê ve hatiye kirin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, şandeyeke hevpar a ji parlamentê Iraqê û Herêma Kurdistanê, wê li Metînayê lêkolînê bike.

Endamê Koma Goran ê Parlamenta Herêma Kurdistanê Şaxewan Reûf ku yek ji endamên şandeyê ye, wiha got, “Şande parlamentên Iraqê û Herêma Kurdistanê temsîl dike.”

Reûf diyar kir ku di nava şandeyê de endamên kom û partiyên pêwendîdar ên li herêmê hene û got, “Em ê îro biçin Zaxo, Şeraniş û Batûfayê, sibe jî biçin herêma Amediyê. Di serî de cihê bûyera ku pêşmerge lê şehîd bûn, em dixwazin cihên bûyerên dawî hemûyan bibînin. Dema ku serdana me qediya, em ê raporeke hevpar amade bikin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv