Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Meşên dirêj yên li Fransa û Almanyayê di roja 3. de ne

 

“DEMA AZADIYA RÊBER APO YE”
MEŞÊN DIRÊJ YÊN LI FRANSA Û ALMANYAYÊ DI ROJA 3. DE NE

Ji gelek welatan, bi dehan kes ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo berê xwe bi meşeke dirêj dane Strasboûrgê.

Ji Kolombiya, Brezîlya, Ekvator, Meksîka, Spanysa, Welatê Bask, Katalonya, Swîsre, Almanya, Belçîka, Awustûrya, Ingilistan û Amerîkayê.

Bi qasî 150 kesên dil dane têkoşîna azadiya Kurdistanê, di salvegera 23’yan de li dijî komployê û komplogeran dimeşin.

Weke her carê, ji ber polîtîkayên bi dijminahiya Kurdan radibe, dewleta Alman astengî derxistin.

Polîsan nehiştin wêne û posterên Rêber Apo bên vekirin.

Enternasyonalîstan, dovîzên li ser azadiya Rêber Apo danîn ser wêneyên wî.

Meşa enternasyonalîstan a ji Frankfûrtê destpêkirî, di roja pêşî de gihişt bajarê Darmştadê.

Piştî meşeke dirêj, enternasyonalîst danê êvarî gihîştin Bensheymê.

Enternasyonalîst wê heta 12’ê Sibatê bimeşin û beşdarî meş û mitînga mezin a li Strasboûrgê bibin.

Meşeke din a dirêj jî li Fransayê pêk tê.

Meşa ku ji bajarê Sierentzê destpê kir, di roja duyemîn de dewam kir.

Ev meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û TEKO-JINê tê lidarxistin.

Ji xeynî ciwanan, nûnerên sazî û rêxistinên Kurdan ên li Ewrûpayê jî di meşê de cihê xwe digirin.

Kurdên ji Almanya, Belçîka, Fransa, Swîsre û welatên din ên Ewrûpayê beşdarî meşê bûne.

Berê vê meşa dirêj jî li Strasboûrgê ye.

Di nava vî baskê meşê de jî enternasyonalîst hene.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv