Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sala 24’an a Komploya Navneteweyî: Rêber Apo qala komplogeran û armanca wê dike

 

SALA 24’AN A KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ
RÊBER APO QALA KOMPLOGERAN Û ARMANCA WÊ DIKE

Komploya navneteweyî di şexsê Rêber Apo de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurdistanê hate kirin.

9’ê Cotmeha sala 1998’an Rêber Apo neçar hate hiştin ku ji Rojhilata Navîn derkeve.

Piştî ku Rêber Apo 15’ê Sibata 1999’an ji Sefareta Yewnanîstanê ya li Kenyayê hate revandin û radestî Tirkiyeyê hate kirin, qonaxa destpêkê ya komployê temam bû.

Rêber Apo sala 2003’an parêznameyek pêşkêşî Dadgeha Cezayê Giran a Atînayê kir û tê de qala sedema komployê û kiryaran kir:

Hêzên hegemon ên sîstema kapîtalîst Îngilistan û Amerîka ku hewl didin li ser hemû dewlemendiyên sererd û binerd, petrol, civak û rêveberiyên Rojhilata Navîn serdest bin, dewlet, civak, rêxistin û kesayetên hevkariya vê polîtîkayê nakin îmha û tasfiye dikin. Vê yekê ji berê ve weke rêbazekê bi kar tînin.

Em ji destpêkê ve di xeta azadîparêzî û serxwebûna gelên Rojhilata Navîn de israr dikin, lewma em bûn hedefa van polîtîkayên tasfiyeyê û komployê.

Dema em li Şamê bûn, Îngilîstanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê qasidên xwe şandin û xwestin em li gorî polîtîkayên wan ên Rojhilata navîn tevbigerin, naxwe wê me tasfiye bikin.

Min pêşniyara wan a ji bo hevkariyê red kir. Min ji wan re got, em ê dev ji xeta serxwebûn û azadîparêziya gelan bernedin.

Piştre Talabanî hat û ji min re got, “Ocalan te çi kir, te serê xwe xist nava belayê!” û xwest ku ez biryara xwe ji nû ve binirxînim.

Hewl da min îqna bike ji bo bi van hêzan re hevkariyê bikim. Lê min pêşniyar qebûl nekir.

Min got, “Ez mirovekî xwedî pîvan im, xeta min ji bo gelan e. Ez şervanekî azadiyê me ku utopya wekhevî û azadiyê ya hezaran salan a gelan temsîl dikim, nabim şervanê kesî.

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilîstan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, ewê bi destê Gladiyoya NATO’yê gav bi gav bi bihata bicihanîn.

Operasyonên Gladiyoyê di heman demê de ji bo wê yekê bûn ku Tirkiyê hîn bêhtir bi xwe ve girê bidin.

9’ê Nîsana 1996’an di navbera Serokwezîrê Yewnanistanê Kostas Sîmîtîs û Serokê DYA’yê Bîll Clînton de li Qesra Spî hevdîtineke veşartî hate kirin.

Di vê hevdîtinê de li ser min bazar kirin.

DYA-NATO-Îsraîl û dewleta Tirk ji aliyê siyasî, leşkerî û dîplomatîk ve dor li Sûriyê girtin.

Ev dorgirtin roja 9’ê Cotmeha sala 1998’an derket asta herî bilind.

Sûriyê serê xwe li ber van zextan tewand û di mijara PKK’ê de bi van hêzan re li hev kir.

Rêber Apo dûrûdirêj li vir qala derketina xwe ya ji Sûriyê, çûna xwe ya Yûnanistan, Îtalya, Minsk, Moskow, Tacikistan, Kenya û Îmraliyê dike.

Û vê pêvajoya 4 mehan weke rewşeke gelekî giran û weke wî li çarmîxê bixin bi nav dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv