SALVEGERA KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ
JINÊN ŞENGALÎ JI BO AZADIYA RÊBER APO MEŞIYAN
Li Şengalê bi meşeke girseyî komploya 15’ê Sibatê ya li dijî rêber APO hat şermezarkirin.
Tevgera Azadiya jinên Êzidî pêşengî ji meşê re kir.
Gelek jinên Êzidî û Ereb li qada şehîd Gênco li hev kom bûn û ber bi geliyê Kersê ve dest bi meşê kirin.
Piştî meşê li ber baxçeyê serok Apo daxuyaniyek hat dayîn.
Daxuyanî ji aliyê endama TAJÊ Siham Şengalî ve hate xwendin.
Siham Şengalî diyar kir ku ew ê tu carî jiyanke bê rêbertî qebûl nekin û ev peyam da.
Jinan ragihandin ku ew ê çalakiyên xwe yên li dijî komployê bidomînin û banga beşdariyê li gel kirin.