Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dûran Kalkan: ‘Bi xwedîderketina li Rêber Apo ti wateya dîwarên Îmraliyê nemane’

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
BI XWEDÎDERKETINA LI RÊBER APO TI WATEYA DÎWARÊN ÎMRALIYÊ NEMANE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan bû mêvanê Bernameya Taybet a Medya Haberê.

Duran Kalkan bi munasebeta salvegera 23’yan a Komploya Navnetewî, pergala qirkirina gelê kurd nirxand.

Îro roj gelên li cîhanê xwedî li paradîgmaya Rêber Apo derdikevin.

Bi vê xwedîderketinê êdî ti wateya dîwarên Îmraliyê nemane.

Ji bo Rêber Apo tecrîd tine ye, ji bo me heye, ji gelan re tecrîd heye.

Tecrîd ji jin û ciwanan re heye.

Ew di tecrîdê de ne.

Divê ku em tecrîda li ser xwe bikaribin bişkînin.

Ji bo ku ev tecrîd were şikandin divê têkoşîn were mezinkirin.

Têkoşîn heye, lê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo divê zêdetir were mezinkirin.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
AXAFTINA LI SER NAVÊ RÊBER APO BÊCIDIYETÎ Û BÊEXLAQÎ YE

Di van demên dawîn de şefê rejîma faşîst Erdogan li ser navê Rêber Apo diaxive.

Duran kalkan di nirxanidna xwe de ev yek weke bêexlaqî bi nav kir:

Ev daxuyanî bi ti awayî nayên qebûlkirin.

Ev bê exlaqî ye.

Heke der barê Îmraliyê de tiştek hebe, divê derî werin vekirin.

Lê heke dixwazin bi van daxuyaniyan têkoşîna me ya li dijî tecrîdê qels bikin, ev wê negihîje serî.

Erdogan nikare li ser navê xwe biaxive.

Hêza xwe tine.

Radibe li ser navê Rêber Apo û li ser hisabê hêza wî diaxive.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ ÊRIŞEKE LI SER ESASÊN QIRKIRINÊ BÛ

Duran Kalkan destnîşan kir ku daxuyaniyên Erdogan di heman demê de îtîrafeke ku rewşa Rêber Apo weke rehînebûnê qebûl dike.

Der barê komployê de jî da zanîn ku bi armanca qirkirinê hatiye bipêşxistin:

Komplo êrişek e.

Hem jî êrişeke bi armanca qirkirinê ye.

Bi êrişê Rêber Apo hat hedefgirtin.

Xwestin wî ji holê rakin.

Vê ji bo tasfiyekirina PKK’ê kirin.

Çima ev yek dixwestin.

Ji ber ku PKK’ê li pêşiya qirkirina gelê kurd asteng dibînin.

Wê PKK’ê tasfiye bikirana, piştre jî gelê kurd qir bikirina.

Divê ev baş were fêmkirin ku armanc qirkirina gelê kurd bi giştî bû.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
HEMÛ PLANSAZIYÊN KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ HATIN PÛÇKIRIN

Der barê têkoşîna li dijî vê êrişa qirkirinê hat meşandin jî Duran Kalkan ev nirxandin kirin:

Ne ewqas zehmet e ku mirov bizane ji bo çi ev êriş hat kirin.

Lê armanca xwe qirêj û rezîl bû.

Ji bo hineke din pere, ji bo hineke din rehet bijîn, ji bo gelekî qir bikin, komplo kirin.

Ti eleqeya xwe bi edalet, hiqûq, mirovatî û exlaqê re tine.

Di vê prosesê de jin û ciwan, rewşenbîr, hemû pêkhate, rastiya Rêbertiyê fêm kirin.

Zêdetir bi Rêber Apo re, bi Tevgera Azadiyê re, bi têkoşînê re bûn yek.

Di encama vê serwextî û têkoşînê hemû pîlansaziya komployê hatin pûçkirin.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê DURAN KALKAN:
LI DIJÎ ÊRIŞAN LAZIM E EM ZÊDETIR TÊBIKOŞIN Û DI NAVA REFÊN TÊKOŞÎNÊ DE CIH BIGRIN

Duran Kalkan destnîşan kir komplogeran berxwedana li dijî komployê ya gelê kurd û mirovahiya pêşverû dîtin.
Kalkan îşaret bi qonaxa xwe ku têkoşîn xwe gihandiyê kir:

Wan hisab dikir ku wê têkoşîna jin û ciwanên kurd ji holê rakin.

Lê berovajî vê pîlana qirêjî, berxwedan mezin dibe.

Ew yek digirin bîstên din, gelekên din tevli refên berxwedanê dibin.

Li hemberî êrişan kes xwe paşve nakşîne.

Çi dibe, hêrs mezin dibe, ezma ji bo têkoşînê mezin dibe.

Hedefa me zafer e.

Em ê teqez kompoyê bi erdê re dêmûdûz bikin.

Di encamê de wê Rêber Apo, Kurd û Kurdistan azad bibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv