Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mehmet Alî Ertaş: Îxanet her tim têk çûye

 

ÎXANET HER TIM TÊK ÇÛYE
MEHMET ALÎ ERTAŞ / WELAT

Endamê Komîteya Piştevanî û Malbatên Şehîdên PKK’ê Yasîn Bûlût, di encama êrîşa çekdarî ya ku bi hevkariya MÎT’ê pêk hat de li bajarê Silêmaniyê şehîd bû.

Di dîrokê de her tim îxanet têk çûye û berxwedan bi ser ketiye. Di nava têkoşîna azadiya gelê kurd de jî îxanet tu carî bi ser neketiye. Heta niha gelek kesên ku îxanet li netew, civak û nirxên xwe kirine her tim hatiye naletkirin. Her tim bi awayekî xerab miriye. Kesên îxanet kirine, piştî mirine kes li cenazeyên wan jî xwedî derneketiye. Lê kesên ji bo gelê xwe li ber xwe dane û xizmeta gelê xwe kirine, gel her tim ew hembêz kirine. Her tim ew dane ser milên xwe.

Heta niha bi sedan kurd di encama îxanet û suîqastan de hatin kuştin. Di nava kurdan de bi hezaran sal in kesên îxanetê dikin derdikevin. Lê tu carî îxaneta ku di nava kurdan de derketiye holê bi ser neketiye.

Di salên dawî de gelek şervan û têkoşerên kurd bi îxanetê hatin kuştin. Kesên bi îxanetê hatin kuştin di dilê gel de tu carî nehat kuştin. Her tim di dilê gel zindî ne û dijîn. Lê kesên îxanet kirin, tev li sergo bûn û winda bûn.

Kesê îxanet li Fermandarê PKK’ê Egîd kir, dîrokê di rûpelên xwe de cih neda wî. Lê Egîd bû milyon û belav bû. Bû destan û stran û ji 7 salî heta 70 salî navê wî dizanin û bi hezaran kesan navê wî li xwe kiriye. Kesê îxanet li Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez kir, herî dawî bi nepenî mir. An întîhar kir an jî ew kuştin. Kes li cenazeyê wî jî xwedî derneket. Lê 3 jinên kurd ên azad bûn milyon û belav bûn. Cenazeyê wan li ser milê sed hezaran hatin oxirkirin. Kesên xwestin îxanetê li PKK’ê bikin gelek jê winda bûn û çûn. Tu şop li pey xwe nehiştin û çûn.

Lê dewlet, pergal û komên ku ji hêz û tevgera kurdan ditirsin, dewletên ku ji yekitiya kurdan ditirsin, her tim dixwazin îxanetê têxin nava kurdan. Her tim dixwazin kurd xwe bi xwe bikujin.

Herî dawî jî yek ji siyasetmedar û pêşengê kurdan Yasîn Bûlût jî bi îxaneta ku bi hevkariya MÎT û PDK’ê pêk hat, hat kuştin. Lê xuya ye ku kesên îxanetê dikin û kesên îxanetê pêş dixin ji dîrokê ders dernexistine. Nizanin ku her tim îxanet têk çûye û berxwedan bi ser ketiye. Ji ber ku kurd ji dîrokê dersê derdixin û li siberojê dinêrin her ku diçe xurt dibin. Her ku diçe mezin dibin û her ku diçe ditirsînin. Îxanetkarên ku ji tirsan miletê xwe dikuje, dê herî dawî xwe jî bikuje. Di dîrokê de tu carî îxanet bi ser neketiye. Dê dîsa bi ser nekeve. Lê divê êdî kurd jî li dijî vê îxanetê parastinê xurt bikin û destûrê nedin îxanetkar di nava wan de belav bibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv