Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: Statuya Kurd-Kurdistanê bêtir dikeve rojevê

 

AHMET AKTAŞ / WELAT
STATUYA KURD-KURDISTANÊ BÊTIR DIKEVE ROJEVÊ

Li Başûr û Rojava, her çendî di asta navneteweyî de fermî nehatibin pejirandin jî, di kiryarî de meriyet, mîna statuyên federasyon an xweserî heye.

Li Başûr, federasyon di makezagona Iraqê de jî cih girtiye.

Li Rojava, hîn negihiştiye ku bikeve makezagona Sûriyeyê lê gav bi gav ber bi statuyek wisa re diçe. Jixwe di pratîkê de, nêzî deh sal in weke jiyanek xweser û bi navê Xweseriya Demokratîk gelê Rojava xwe bi rê ve dibe.

Ev sîstema ku hatiye damezrandin li Rojava, ji aliyê piraniya dewletan ve, ne fermî lê bi kiryarî tê naskirin. Mirov heta astekê di nava van dewletan de DYA û Rûsyayê jî dibîne.

Ji bilî dewletên dagirker; di serî de dewleta tirk, hema tu dewletên din yekser li dijî vê rêveberiya xweser a Rojava ranewestiyane. Jixwe bi giranî ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve, bi erênî tê dîtin, ji pir aliyan jî weke sîstemek model a hemdemî ya nûjen tê binavkirin. Aliyê herî pesindariya wê tê kirin, di rêveberiyê de; bi giştî bikaranîna aliyê demokratîk e û bi taybetî jî di rêveberiyê de rola jinan e.

Lê niha êdî hinek dengê naskirina vê rêveberiyê û statuya kurd û Kurdistanê, ji nava hinek rayêdarên dewletên dagirker jî tê bihîstin. Beşar Esed, ji bo Sûriyeyê bi giştî, bêgûman armanc bi taybetî Rojava ye, sîstema nenavendî xiste rojevê. Ev gotin tê wateya pejirandina federasyon, xweserî û hwd. rêveberiyên herêmî ye.

Li aliyê din hinek payebilindên DYA’yê derbasî Rojava bûne û bi payebilindên Rêveberiya Xweser re rûniştine. Li gorî saloxan, ji bo xurtkirina alikariya xwe bi Rojava re, sozên xwe nûjen kirine. Mînak, ji bo di asta navneteweyî de were naskirin û ji bo pêşiyê li êrîşên ser wan bigire û hwd.

Hilbet li gel nûçe û agahiyên erênî yên neyînî jî hene. Li aliyekî têkiliyên dewletên dagirker ên Îranê û Tirkiyeyê ber bi xerabûnê ve diçe, lê li aliyê din jî paralelî hevdû, Îran jî êrîşî berpirsiyar û peşmergeyên PDK-Î’ê yên li Başûr dikin û gelek kes jî şehîd xistine.

Mustafa Kazimî, ji nişkave vexwendî Tehranê bû. Li gorî çapemeniyê, peywendî û peymanên navbera xwe xurtir kirine. Mînak, vîze ji navbera xwe rakirine, rêya dirêj a trênê çêdikin, asta bazirganiyê û aboriyê bilindtir dikin û hwd.!

Li Iraqê di 10’ê cotmeha 2021’an de hilbijartinên giştî hene û yekser bandora xwe li ser Rêveberiya Başûr û bi taybetî li ser Statuya Şingalê dike. Hilbet ji bo di hilbijartînê de destkeftiyek hêja were standin hewldanên xurt divê.

Bandora van nûçe û agahiyan, li ser doza kurdan, bi taybetî jî li ser statuya kurd û Kurdistanê gelek heye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv