Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulistan Çiya Îke: Delweta Tirk hevkarên xwe yên Kurd jî wê tine bike

 

GULISTAN ÇIYA ÎKE / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA
DEWLETA TIRK HEVKARÊN XWE YÊN KURD JÎ WÊ TINE BIKE

Şukrî Serhat (Yasîn Bulut) ê ku bi dehan sal e di her qada têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de cih girtiye; bi kedeke mezin, bi fedakariyeke bêhempa tevlî têkoşînê bûye ji aliyê endamên rêxistina sîxûrî ya Tirk MÎT”ê ve li bajarê Silêmaniyê hat qetilkirin.

Ev êriş hemû li ser esasê konsepta hilweşandin û têkbirinê pêk tên. Armanc şikandina vîna gelê Kurd û bikin ku gelê Kurd çok dayne. Lê têkçûn li aliyekî, ev êriş dikin ku hêrsa gelê Kurd a li dijî dagirkeriya qirker bêhtir rabe, hêza têkoşînê zêdetir dike. Ji vî aliyî ve divê em vê hêrsê li dijî êrişên bi vî rengî li her derê nîşan bidin da ku dost û dijmin bibînin, ev dagirkeriya qirker dê bi bin bikeve.

Her cûre norm û qanûnên navneteweyî binpê dikin, êrişî gelê Kurd û şoreşgerên wî dikin. Sebeba vê jî ew e ku Emerîka, dinya û NY li hemberî van êrişan bêdeng in, heta destekê didinê. Li şûna ku dewleta Tirk a gelê Kurd qir dike û her cûre kirinên li dijî mirovahiyê pêk tîne, were sucdarkirin, tevgera azadiyê ya gelê Kurd ku têkoşîna herî mafdar a azadiyê ye, ji bo memnunkirina dewleta Tirk xistine lîsteya terorê. Bi vî rengî êrişên dewleta Tirk normal nîşan didin û teşwîq dikin.

Têkoşîna li dijî qirkirina gelekî, têkoşîna herî mafdar a dinyayê ye. Ji gelek têkoşînên din ên siyasî hezar qat mafdartir e. Ji têkoşînên li dijî împeryalîzmê û mêtingeriyê jî qat bi qat mafdartir e. Dewleta Tirk, Kurdistanê wekî mêtingeh jî nabîne. Kurdê hevkar jî qebûl nake. Îro, ji ber ku Kurdê hevkarê dewletê li dijî Kurdê azadîxwaz bi kar tîne, qebûl dike. PDK ya hevkar yan jî rêxistineke din a Kurd ji ber ku li dijî PKK’ê û gerîla bi kar tîne, nas dike, pê re peywendiyan datîne. Piştî ku PKK’ê û Kurdên azadîxwaz tine bike, dê wan jî qebûl neke, ji holê rake.

Dewleta Tirk ne hebûna Kurdan, ne mêtingehî yan jî mêtingehiya nû ji Kurdan re qebûl nake. Yekane armanca wê tinekirina hebûna Kurdan e. Dixwazin Kurdistanê bikin qada belavbûna netewebûna Tirk. Ji bo bigehîje vê armancê komkujiyên ji fîzîkî bigire heta qirkirina siyasî, çandî gelek rêbazan bi kar tîne. Ji vî aliyî ve ev helwêsta dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd sucekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye. Li çar beşên Kurdistanê û derveyî welat mafê her Kurdî ye li dijî vê hêza qirker têbikoşe. Ev mafê têkoşînê yê herî rewa ye li ser rûyê dinyayê.

Êdî lazim e ji vê êrişkariyê re bibêjin bes e. Êrişbirina ser Kurdê azad, kadro û sempatîzanên PKK´ê, êrişa li dijî berxwederên li hemberî qirkirinê ye. Ev sucekî giran e ku divê herkes li ber rabe. Lazim e gelê Kurd hemû li çar beşên Kurdistanê, li derveyî welat, hêzên siyasî tev li dijî van êrişên li dijî kadro û sempatîzanên PKK´ê rawestin, li her deverê bi xurtî li şehîdan xwedî derkevin. Li Bakur, Rojava, Başûr, Mexmûr, Ewrûpa û her devera cîhanê divê Kurd li ber van êrişan rabin, li her derê xwedî li kadro û sempatîzanên PKK’ê derkevin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv