Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mehmet Alî Ertaş: 800 rêxistinên li bin sîwana KCD’ê li ku ne? 25.01.2021

 

MEHMET ALÎ ERTAŞ / WELAT
800 RÊXISTINÊN LI BIN SÎWANA KCD’Ê LI KU NE ?

KCD ji 850 delegeyan û Meclisa Daîmî ya ji 101 kesan, pêk tê. Di nav Meclisa Daîmî ya 101 kesan de 21 kes endamên Lijneya Koordînasyona Rêveberiyê ye. 5 endamên dîwana hevserokan heye. 3 berdevk û 2 hevserok hene. Di bin banê KCD’ê de 14 komîsyon hene. Komîsyona siyasî, civakî, dîplomasî, hiqûq, mafên mirovan, ekolojî, aborî, jin, ciwan, ziman û perwerde, çand û huner, zanist, diyalog, lihevhatina civakî û komîsyona bawerî û gelan heye.

KCD ji roja hat avakirin heta niha, li ser hiqûq, demokrasî, perwerde, tenduristî, di dîrokên cuda de kongre, komxebat û konferans li dar xistin. KCD’ê ji bo pirsgirêka kurdan çareser bike “Li ser bingeha demokratîk çareseriya pirsgirêka kurdan” konferans pêk anî.

Di sala 2011’an de Komîsyona Lihevkirina Destûra Bingehîn a Meclisê hat avakirin, Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê Cemîl Çîçek di 19’ê Çileya 2012’an de nivîsa fermî ji KCD’ê re şand û xwest nêrîn û fikrên wê yên der barê şêwira Komîsyona Lihevkirina Destûra Bingehin a Meclisê de bigire.

Îktîdarê piştî pêvajo guhert, KCD kir hedefa xwe. Serdozgerê Komarê yê Amedê di çarçoveya lêpirsînê de hemû xebatên KCD’ê yên di navbera 2007-2014’an de xist bin lêkolînê. Bi fermana dozgeriyê avahiya KCD’ê ji 2010’an heta 2014’an 4 salan bi awayê fizîkî û teknîkî şopand. Piştre bi sedan siyasetmedarên kurd bi hinceta endam û rêveberên KCD’ê ne hatin binçavkirin û girtin.

Endam û rêveberên 800 rêxistinên civakî û demokratîk ku di pêvajoya çareseriyê de li KCD’ê xwedî derdiketin, çima îro li dijî vê helwesta hikûmetê dengê xwe nakin? Çima duh lê xwedî derketin û bi hev re biryar girtin, çima îro li dijî van erîş û tawanbariyan bêdeng in? Gelo îro bêdeng bin wê sibê dor neyê wan? Di vê pêvajoya ku qala Yekitiya Neteweyî ya Kurdan tê kirin de çima em li bin banê KCD’ê dîsa kom nabin û bi hev re dengê xwe bilin nakin? Em îro di bin banê KCD’ê de nebin yek em ê sibê ji bo yekitiyê jî nebin yek. Îro em li dijî van êrîşan dengê xwe bilind nekin sibê dereng e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv