Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gulê Algunerhan: Pîlanên jinavbirina Başûrê Kurdistanê 25.01.2021

 

GULÊ ALGUNERHAN / WELAT
PLANÊN JINAVBIRINA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

16’ê kanûna 2020’î, wezîrê tirk ê derve Mevlut Çavuşoglu li Enqereyê pêşwaziya wezîrê karê derve yê Iraqê Fuad Husên kir. Piştî dîdarê, Çavuşgolu di civîna çapemeniyê de qala vekirina deriyê sînorî Kurava ango Ovakoyê kir. Çavuşoglu rêjeya bazirganiyê ya di navbera her du welatan de weke 17 milyar dolar aşkera kir û got armanca wan ew e ku ev bazarî bigihije 20 milyar dolaran.

Baş e! Ev deriyê sînorî ku piştî referandûma Îlona 2017’an di navbera Bexda û Enqereyê de bû yek ji mijara sereke çi ye?

Deriyê Ovakoyê li ser sînorê Şirnexê ye û 10 km dûrî rojavayê deriyê Xabûr-Îbrahîm Halîl e. Ev deriyê alternatîf wê di ser Telafer-Mûsilê de heta Bexda û Basrayê biçe. Li hemberî Kurava, Pêşxabûr heye û ew jî bi qasî 50 km di nav sînorên herêma Kurdistanê de ye. Di vir de xala girîng ew e ku ev herêma qalkirî sêgoşeya Başûr, Bakur û Rojava digihîne hev. Lewma jî devereke stratejîk e.

Weqfa siyaset, ekonomî û lêkolînên civakî SETA ku AKP fona wê dide, li ser “girîngiya vekirina deriyê Kurava” belgeyek amade kiriye. Di belgeya qalkirî de bi berfirehî qala hedefên vê projeyê tê kirin. Li gorî belgeyê çend xalên sereke yên ji hedefên dewleta tirk ev in;

-Çêkirina deriyekî alternatîf tevî aboriyê, wê kontrola hikûmeta navendî a Iraqê zêde bike û ew ê Iraq pozîsyona xwe ya li hemberî hikûmeta bakurê Iraqê xurt bike.

-Bi vê rêyê tê pêşbînîkirin, ew ê Iraq û Tirkiye mehkûmî deriyê Xabûrê nebin û jê xilas bin. Bi vî rengî wê bi tîcareta her 2 welatan, hikûmeta bakurê Iraqê bê bypaskirin.

-Bi vê projeyê re ew ê hikûmeta bakurê Iraqê xwe di bin zext û fişarê de hîs bike. Lewma jî projeya deriyê Ovakoyê mifteya ji bo domandina têkîliyên bi hikûmeta navendî re ye.

-Yek ji xala girîng a vê projeyê, ew ê Tirkiye bacê yekser bide Iraqê û nede otoriteyên din.

-Eger ev proje pêk bê, wê hêzên çekdar ên tirk û iraqî bi hev re tevbigerin. Bi tevgera hevbeş re wê li rojavayê Dîcleyê kontrola hikûmeta navendî ya Iraqê zêde bibe û bi vî awayî wê zextê li hikûmeta bakurê Iraqê bike û wê fren bike da ku bi serê xwe tevnegere.

-Vekirina deriyê Ovakoyê, di serî de li Mûsil, Telafer û Kerkûkê, ji bo feydeya tirkmenan e jî. Ew ê Tirkiye bandora xeta sunnî ya li herêmê bixe rojevê û pêşî li belavbûna xeta şiî bigire. Ew ê qebîliyeta Tirkiyeyê ya li herêmê zêde bibe û herêmeke girîng a nifûzê bi dest bixe.

-Ji bo pêkanîna projeyê, divê hikûmeta Iraqê pêşî herêma Pêşxabûr kontrol bike. Tirkiye dixwaze, hikûmeta Iraqê xeta Pêşxabur, Telafer û Mûsilê kontrol bike û ewlehiya wê jî bigire destê xwe.

-Eger Tirkiye û hikûmeta navendî ya Iraqê herêmê kontrol bikin, ew ê li Sîncarê li dijî PKK’ê gavên girîng bên avêtin. Sîncara ku li nav Qendîl û bakurê Sûriyeyê weke pirekê divê bê kontrolkirin da ku plana Tirkiyeyê ya demdirêj a li dijî terorê pêk bê. Li dijî polîtîkaya belavbûna PKK’ê, gavên ku hikûmeta navendî biavêje ji bo Tirkiyeyê heyatî ne. Lewma jî projeya deriyê Ovakoyê wê di têkiliyên Iraq û Tirkiyeyê de bibe veçerxaneke girîng. Di pêvajoya pêş de, ji bo Tirkiye meseleya Sîncarê yek ji mijara krîtîk û sereke ye…”

Weke di belgeyên SETA’yê bixwe de hebûn, armanc û hedefa sereke ya vekirina deriyê sînorî yê Kurava-Pêşxabûrê û peymana Şingalê ya 9’ê Cotmehê jihevxistina statûya başûrê Kurdistanê, tasfiyekirina Tevgera Azadiyê PKK’ê û kurdan hemûyan e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv