Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Felemez Ûlûg: Plana dagirkeriyê di dewrê de ye 25.01.2021

 

FELEMEZ ÛLÛG / XWEBÛN
PLANA DAGIRKERIYÊ DI DEWRÊ DE YE

Hefteya borî ji Tirkiyeyê şandeyekê serdana Iraqê kir. Şandeya ku serkêşiya wê wezîrê parastinê yê tirk Hûlûsî Akar û serfermandarê tirk Yaşar Guler dikir, du jê tumgeneral û fermandarê artêşa bejahî jî di nav de cih digirt, piştî serdana xwe ya Bexdayê derbasî Hewlerê bûn. Hevdîtin û mijara vê şandeyê yek ji rojeva sereke ya hefteyê bû.

Naveroka hevdîtinên şandaya tirk pêk anîn hêdî hêdî aşkera dibe. Her çiqas ji aliyên kesên ku herêmê ji nêz ve dişopînin ve naverok û armanca şandeya Hûlûsî Akar bê fêmkirin jî ji bo zelalkirina hin meseleyan pêwîstî heye ku mirov mijarê binirxîne. Şandeya ku sernada Iraqê kir mirov nikare ji dagirkeriya dewleta tirk a li başûrê Kurdistanê cuda bibîne. Ev hevdîtin ji bo dewama dagirkeriya li herêmê û bi wê ve girêdayî dagirkirina herêmên cuda bû. Jixwe şandeya tirk ji rayedarên Iraqê xwestiye ku li dijî Tevgara Azadiya Kurdistanê şer bikin.

Her çiqas bi vê hevdîtinê dewleta tirk tengkirin û tavîzgirtina Iraqê bike armanc jî di bingeha xwe de amadekariyên êrîşek berfireh tên kirin. Em ji bîr nekin ku dewleta tirk ji sala 2015’an ve xwe ji bo şerekî mezin amade dike. Pêwîst e em baş bizanibin ku ev şerê mijara gotinê ye wê bi herêmekê ve sînordar nemîne. Li gorî plana hatiye çêkirin dewleta tirk xwe ji bo şerekî berfireh ê ku Başûr, Rojava û Şingalê digire nav xwe amade dike.

Bi vî şerî re dixwazin Tevgera Azadiya Gelê Kurd lawaz bikin û xwe bi her awayî li herêmê bi cih bikin. Bicihbûna li herêmê, plan dikin ku di warê erdnîgarî de başûr û rojavayê Kurdistanê ji hev qut bikin. Dîsa hewil didin ku xweseriya Şingalê ya bi keda hezaran cangoriyên civaka êzidî hatiye avakirin têk bibin. Nîşaneya vê ya herî berbiçav jî peymana 9’ê Cotmehê ya bi destwerdana dewleta tirk ve ji aliyê PDK û Bexdayê ve hatiye îmzekirin e.

Bi hevkariya PDK’ê re dixwaze hikûmeta herêma Kurdistanê lawaz bikin û wê bêîrade bihêlin. Bi vê ve hewl didin ku heya hilbijartinên Iraqê aliyên kurd lawaz bikin û di hilbijartinan de destkeftiyên wan ji destê wan bigirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv