LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ ZEXTÊN DEWLETA ÎRANÊ
53 AKÎTÎVISTÊN ROJHILAT Û ÎRANÊ BANG BERDANA ÇALAKVANÊN GIRTÎ KIRIN
53 çalakvanên siyasî û sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê têkildarî pêla girtin û binçavkirinê ya çend rojên dawî daxuyaniyek dan..
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku rêjîmê demên dawî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bi dehan çalakvanên medenî, xwendekar û jîngehparêz kirine bin çavan.
Û heta niha aqûbeta wan kesan nayê zanîn.
Kesên îmze avêtine binê daxuyaniyê bang li hukumet Îranê kirin da kesên girtine berde û dawî li zextan bîne..