TEVGERA QIRKIRINA SIYASÎ YA DEWLETA TIRK
POLÎSAN BI SER AVAHIYA HDP YA ESENYURTÊ DE GIRT
Polêsên dewleta Tirk li Stenbolê bi ser avahiya HDP’ê ya navçeya Esenyurtê de girtin..
Polîsên êrişkar dema serdegirtinê, deriyên avahiyê şikandin..
Her wiha gelek belge û arşîva li navenda HDP’ê desteserkirin..
Di êrişa polîsan de hevserokên navçê Dîlan Kiliç û Ercan Saglam hatin binçavkirin û piştî demekê hatin berdan..
Li taxa Alîpaşa ya Wanê jî polîsan bi ser malan de girt û siyasetmevan Perîhan Karaman kirin bin çavan..