PEYMANA 9’Ê COTMEHA 2020’AN A LI DIJÎ ŞENGALÊ
MXDŞ: EM JI DANÛSTANDINÊ RE AMADE NE, LÊ ÊRIŞ WÊ BÊ BERSIV NEMÎNIN
Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê serê sibê civîneke awarte li dar xist
Û piştî civînê helwesta xwe ya dawî li dijî peymana 9’ê Cotmehê ragihand.
Hevserokê MXDŞ’ê Hisên Hecî daxuyanî da û bal kişand ser zextên hukûmeta Iraqê û bêdengiya li hemberî vê yekê.
Hisên Hecî bal kişand ser berxwedana Şengaliyan a li dijî peymanê û got, ji ber ku nedikarîn bixin meriyetê her roj bi rengekî din hewl dan li ser gelê Şengalê ferz bikin.
Hisên Hecî helwesta dawî ya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li dijî êriş, gefan û peymanê ragihand.
Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bang li tevahiya Êzîdiyan û Kurdistaniyan kir, ku li her deverê piştgiriya gelê Şengalê bikin.