PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’
KURDISTANIYAN LI BER AVAHIYA NY’Ê YA LI CENEVÊ DEST BI ÇALAKIYÊ KIR
Di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ Kurdistaniyan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî li bajarê Swîsre Cenewyê dest bi çalakiyê kir.
Li ser navê çalakgeran hunermend Kawa Urmiye daxuyanî xwend û berxwedana li zindanan silav kir.
Kawa Urmiye îşaret bi giringiya mezinkirina çalakiyên ji bo azadiya rêber APO kir û ev bang kir.