Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Greva birçîbûnê ya li zîndanan di roja 104’an de bi biryardarî didome 10.03.2021

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI ZÎNDANAN DI ROJA 104’AN DE BI BIRYARDARÎ DIDOME

Ji 27ê Mijdara 2020an ve li zindanên dewleta tirk ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo grevên birçîbûnê didomin.

Greva birçîbûnê ku di di çarçoveya pêngava “dem dema azadiyê” pêk tên di roja 104an de ye.

Çalakger bi peyaman destnîşan dikin ku heta bigihijin armanca xwe wê çalakiya wan bidome.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI AMEDÊ TEVÎ ASTENGIYA POLÎSAN ÇALAKÎ PÊK HAT

Rêxistina HDP’ê ya Amedê ji bo balê bikşnîn ser armanca çalakiya greva birçîbûnê ya li zindanan li parka Koşûyolû kom bûn.

Polîsên dewleta tirk Endam û rêberên HDP’ê, Tuay-Derê û gelek welatiyên ku li parkê ji bo daxuyaniyê kom bûn dorpêç kirin.

Parlementera HDP’ê Remziye Tosûn nerazîbûn nîşanî astengiya polîsan da.

Dema Remziye Tosûn diaxivî polîsên faşîst hewl da rojnamevanan ji cihê çalakiyê dûr bixe.

Piştî axftina Remziye Tosûn çalakgeran bi çalakiya runiştinê helwesta polîsan şermezarkirin.

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
KOORDÎNASYONA ŞOPANDINA GREVA BIRÇÎBÛNÊ XWEST TECRÎD BI DAWÎ BIBE

Li aliyê din, Koordînasyona Şopandina Xwecihî ya Greva Birçîbûnê têkildarî greva birçîbûnê a ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo civîna çapemeniyê li darxist .

Di Civîna çapmeniyê li Navenda Giştî ÎHDê ya Enqerê pêk hat.

Metna daxuyaniyê Endama Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Parêzer Ayşegul Çagatay xwend.

Parêzer Ayşegul Çagatay diyar kir li girtîgehan hemû mafên girtiyan tê binpêkirin û got,

Tecrîda li Îmraliyê li dijî Rêzika Netewên Yekbûyî a Mandela, şîretên CPT û Qanûna Înfaza jimara 5275’an e.

Hemû sazî û dezgehên pêywendîdar divê demildest wezîfeya xwe bikin.

Parêzer Ayşegul Çagatay herî dawî ji bo rakirina tecrîdê bang li rayedaran kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv