PEYMANA 9’Ê COTMEHA 2020’AN A LI DIJÎ ŞENGALÊ
ÇALAKIYA KONÊ BERXWEDANÊ 99 ROJ LI PEY XWE HIŞTIN Û SIBE MEŞA GIRSEYÎ PÊK TÊ
Dewleta Tirk a dagirker gefên xwe li dijî Şengalê û Êzîdiyan didomîne.
Yekser têkildarî van gefan, hukûmeta Iraqê jî ketiye pey cîbicîkirina peymana 9’ê Cotmeha 2020’an a wê, PDKê û Dewleta Tirk mohrkirî.
Êzîdiyên Şengalê vê peymanê weke fermaneke nû bi nav kirin û dest bi berxwedanê kirin.
Çalakiya konê berxwedanê ji bo xwedîderketina li asayîşa Êzidxanê 99 roj li pey xwe hiştin.
Di roja 99’an de Iraqê gef li Asayîşa Êzidxanê xwar, ku di nava 2 rojan de ji Şengalê derveke.
Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî li ser vê yekê bi awayekî awarte li hev civiya.
Hevalê me Îbrahîm Êzîdî ji ber konê çalakiyê ragihand, ku li dijî gefan wê xelkê Şengalê di 100 rojiya çalakiyê de dakeve qadan û meşekê li dar bixe.