8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
YJŞ’Ê BI MERASÎMEKÊ PÎROZ KIR
Li Şengalê pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê didomin.
Şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê-YJŞ’ê bi merasîmekê 8’ê Adarê pîroz kirin.
Piştî merasîmê şervanan govend gerandin.
8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
ŞERVANÊN YJŞ’Ê SERDANA GORÊN ŞEHÎDÊN GUNDÊ KOÇO KIRIN
Piştî pîrozbahiyê, şervanan berê xwe dan gundê Koço, yê di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de komkujiyeke mezin ji aliyê DAIŞ’ê ve lê hatibû kirin.
Şervan bi karwanekî mezin ê wesaîtên leşkerî çûn gundê Koço.
Şervanan li vir serdana goristana gund kirin û soza tolhildanê dan şehîdên fermanê.