LI LUZERNÊ ÇALAKIYA “JI OCALAN RE AZADΔ
CIWANÊN TCŞ Û TEKO-JIN’Ê JI BO AZADIYA RÊBERÊ XWE LI QADAN BÛN
Ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger û TEKO-JIN’ê di çarçova çalakiyên bi dirûşma “Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re – Bi Hev Re Serhildan” li kantona Swîsre Luzernê çalakî li dar xist.
Çalakî li ber stasyona trenê ya navendî pêk hat.
Ciwanan diyarkirin ku heta tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî nebe wê çalakiyên xwe dewam bikin.
ÇALAKIYÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ
MECLISA CIWANAN LI DIJÎ TECRÎDÊ ÇALAKÎ LI DAR XISTIN
Meclisa Ciwanan a HDP’ê beriya bi çend rojan li dijî faşîzm, asîmîlasyon, tiryak, fihuş û qirrkirina jinan hemleya “Bikeve Tevgerê” ragihandibû.
Ciwanan li qad û taxan, li fabrîka û zanîngehan bi çalakiyên cuda pêngava xwe deklare kiribû.
Meclisa Ciwan di çarçova vê hemleyê de li gelek deverên Stenbolê li dijî tecrîdê û ji bo piştevaniyê pankart, afîş û wêne daliqandin.
Ciwanan li navçeyên Stenbol Gazîosmanpaşa û Okmeydaniyê jî ji bo piştevaniya bi çalakiyên greva birçîbûnê re pankart daliqandin û diyarkirin ku heta rûxandina pergala Îmraliyê wê çalakiyên xwe bidomînin.