MEŞA “JI OCALAN RE AZADΔ
KON-MED: EM Ê 5’Ê KANÛNÊ BI YEK DENGÎ BIBÊJIN “JI OCALAN RE AZADΔ
Pêngava “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, Dem dma azadiyê ye” li welat û derveyî welat bi çalakiyan tê mezinkirin.
Sazî û dezgehên demokratîk ên kurdistanî jî bi armanca mezinkirina pêngavê di nava hewldanan de ne.
KON-MED li ser heman armancî û bi daxwaza azadiya Rêber Apo roja 5’ê kanûnê roja şemiyê meşek organze dike.
KON-MED’ê ji bo meşa li Stûttgartê îşaret bi girîngiya azadiya Rêber Apo kir, di daxuyaniyê de Pêngava Dema Azadiyê ye bi bîr xist û got:
Pêngavên ku ji bo azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan hatine destpêkirin, di serî de li Kurdistan, Rojhilata Navîn, Ewropa û gelek cihên cîhanê deng veda.
Azadiya Ocalan wê ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn xwedî roleke diyarker be.
Ji ber ku birêz Ocalan xwedî ramana konfederalîzma demokratîk e ku li Rojava, li Bakur û Rojhilatê Sûriye hatiye avakirin.
Ji bo dawîbûna alozî û şerê ku dewleta tirk li Rojhilata Navîn serkêşiya wê dike, divê di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên azadkirin.
KON-MED’ê bang li hemû ciwan û jinên kurdistanî yên li Elmanyayê, gelê Kurdistanê, dostên kurdan û hemû tifaqan kir ku tevlî çalakiya ku 5’ê Kanûnê li Laûtenschlagerstr a Stûttgartê were lidarxistin bibin.
MEŞA “JI OCALAN RE AZADΔ
KCDK-E: SIBE HER KES JI BO RÊBER APO LI STUTTGARTÊ BE
Kongreya Civakên Demokraîtk a Kurdistaniyên li Ewropayê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Em bang li gelê xwe dikin, ku bi awayekî xurt beşdarî meşa li Stuttgartê ya bi pêşengiya ciwanan bibe.