Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermana li ser Şengalê didome: Çîroka Amîra ya 12 salî ku DAIŞ´ê ew revandibû 04.12.2020

 

FERMANA LI SER ŞENGALÊ DIDOME
NAVÊ MIN AMÎRA YE VAYE ÇÎROKA MIN EZ PÎREKE 12 SALÎ ME

Çeteyên DAIŞ´ê Tebaxa 2014´an êriş bir ser civaka Êzîdî ya li Başûrê Kurdistanê.

Bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Bêhtirî 6 hezar jin û zarokên Êzîdî revandin û birin herêmên di bin kontrola DAIŞ´ê de.

Bi salan li zilma DAIŞ´ê li wan bû. Yek ji wan jî Amîra ye. Derhênerê kurd Rêber Doskî der barê êzdiyan de fîlmek amade dike.

Di dema lêkolînê xwe de xwegihandiye Amîra Xudêda. Ev keçeke 12 salî ye lê dibêje ez ne zarok im pîr û kaleke 12 salî me.

Rêber Doskî serboriya Amîrayê ji bo rojnama Yenî Ozgur Polîtîkayê nivîsandiye.

Rêber Doskî dibêje: Dema min lêkolîn dikir ji bo filma xwe ya duyem a li ser Êzîdiyên mexdûr û yên rizgarbûyî, min ew nas kir.

Gava DAIŞ´ê Amîra revand, ew hîna 6 salî bû. Li Tirkiyeyê hema bêje tesadufî hat dîtin.

Paşê bi zehmetiyan mirov karîbû wê bibe nav civaka Êzîdî. Ji bo ku Amîra bijî, pêdiviya wê bi alîkariya lezgîn heye.

Divê Amîra bijî, têr bixwe û karibe biçe dibistanê.

Îcar Amîra serboriya xwe ji Rêber Doskî re weke ku ta bi derzî bike dibêje, ka em guh bidin Amîrayê.

Beriya DAIŞ êriş bike ez zarokeke 6 salî êzidî û li şengalê bûm.

Piştî DAIŞ’ê li Sûriyê pêşî ji min re gotin tu ereb î.

Piştre li Tirkiyê ji min re gotin, tu tirk î û misilman î.

Ez li bajarê Tirkiyê Kirşehîrê mezin bûm, niha nikarim bi kurdî jî biaxivim.

Amîra serboriya xwe wisa bi kurterê vedibêje lê dema ku DAIŞ êriş dike ew 6 salî ye tevî dê û bav 5 bira û 4 xwişkên wê hebûne. 12 kes bûne.

Çete dayika wan û xwişk û birayan li hev kom dike dibe bajarekî Iraqê.

Piştre Amîra û birayê wê yê biçûk Amîr ji wan diqetînin dibin Sûriyê.

Li Sûriyê wan didin jineke bi navê Hatîce. Ji wan re dibêjin navê diya we Hatîce ye û hûn ereb in.

QSD dema çemberê li dora DAIŞ’ê teng dike Hatîce radike wan û direvin diçin Tirkiyê.

Pêşî dibin Enqerê. Polês dibêje ev jin ne dayika we ye û wan dibin Kirşehîrê saziya venêrîna zarokan.

Lê wê derê rayedar ji wan re dibêjin hûn tirk in, hûn misliman in û navê we jî Aya û Ahmet e.

Pişte rojekî pismamê wan di encama lêkolînan de xwe digihîne wan. Testa DNA’yê tê kirin. Erê rast e wisa ye.

Lê dewleta tirk me teslîmî malbata me nedikir. Taliya talî me li malbata me vegerandin.

Niha ez û birayê xwe li gundê Xankê li navbera Duhok û Mûsilê ye li gel jinbira xwe Leylayê dimînin.

Ez û birê xwe bi kurmancî nizanin, jinbira me jî bi tirkî nizane. Kekê min, dê û bavê min, 3 bira û xwişkek min hê jî winda ne. Navê min Amîra ye ez 12 salî me lê ez xwe wek pîr û kalekê hîs dikim.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv