LI DIJÎ PEYMANA ÎNKARKIRINA ÎRADEYA GEL
ÇALAKIYA ŞÊNIYÊN ŞENGALÊ DIDOMÊ
Li dijî peymana PDK û Bexdayê ya bi hevkariya dewleta tirk, gelê Şengalê ev çend roj in li pêşiya asayişa Êzdixan konê vedaye û dixwazin dengê xwe bigînin hemû derdorên eleqeder.
Daxwaza gelê Şengalê vekiriye: Em naxwazin ti tiştek bê îrada me were kirin.
Nûçegihanê me Îbrahîm Êzidî serdana konê çalakiyê kir û li ser mijarê nerîna çalakvanan girt.