PDK LI HERÊMA QESRÊ Û WERTÊ
HÊZÊ XWE BI CÎH DIKE Û ÇEPERAN AVA DIKE
PDK di çarçoveya siyaseta xwe ya şerxwaz de ev demeke hêzek zêde li gel çekên giran derbasî sinorê bajaroka Rewanduz û Çomanê dike.
Niha jî PDK van çekdarên xwe li sinorê bajaroka Qesrê û Wertê yên ser bi Rewanduzê bicih dike.
PDK li ser girên bilind çeperan çêdike û çeperên ku di dema şerê navxweyî de çêkiribû, nû dike.
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê PDK’ê li sinorê bajaroka Qesrê herêmên Çiyayê kulîtar, Girê Mayne Sor û Girê Xanulan hêzên xwe lê bi cîh dike û çeperan ava dike.
Li ser sinorê bajaroka Wertê jî li herêmên Şaxî Gewre, Zincîre çiyayê Direbî, Zînê wertê û Kêle PDK’ê çekdarên xwe lê bicih kiriye û li vir jî çeperan ava dike