LÊGERÎNA EDALETÊ-188 ROJ
MALBATA ŞENYAŞAR: DESTHILATA WE MEHKÛMÊ TÊKÇÛNÊ YE
Çalakiya lêgerîna Edaletê ya Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar, 188 roj li pey xwe hişt.
Ji ber betlaneya dawiya heftiyê, malbatê li mala xwe ya Pirsûsê çalakiya xwe berdewam kir.
Emîne û Ferît Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ev peyam dan;
“Heta hûn vê bêedaletiya ku hemû dinya dişopîne ji holê ranekin wê desthilata we mehkûmê têkçûnê be!”