TÛRNÛVAYA FÛTBOLÊ
LI ŞIRNEXÊ TÛRNÛVAYA OZAN YILDIZ BI DAWÎ BÛ
“Torên mibtelayê biqetîne…”
Ciwanên HDP’ê, bi vê druşmê li Şirnexê Tûrnûvaya fûtbolê organîze kirin.
Tûrnûva ji bo bîranîna Endamê Lijneya Birêvebirina Meclisa Ciwanan a HDP’ê Ozan Yildiz, di navbera 74 tîman de pêk hat.
Di pêşbirka finalê de tîma Başak Spor û VT Yapi Muhendîslîk hatin pêşberî hev.
Parlamenterên HDP’ê jî di nav de bi hezaran kesî pêşbirkê temaşe kirin.
Tîma VT Yapi Muhendîslîk 4-2 bi serket.