XWEPÊŞANDANÊN LI DIJÎ NEBÛNA XIZMETGUZARIYÊ
LI BAŞÛR NERAZÎBÛNÊN DIJÎ NEBÛNA XIZMETGUZARIYÊ DEWAM DIKIN
Li Başûrê Kurdistanê, ji ber nebuna xizmetguzariyê roj bi roj nerazîbûn jî zêde dibin.
Piştî Hewlêrê, li gelek herêmên din jî gel nerazîbûn nîşan dide.
Şêniyên gundê Jaleî Serû yê parêzgeha Silêmaniyê, daketin kolanan û rêya Silêmanî-Hewlêrê ji trafîkê re girtin.
Xelkê herêmê dibêjin; em ji hemû xizmetên ceyran, rê û avê bêparin, ji bo vê bang li rayedarin dikin ku pirsgirêkên me çareser bikin.