PROJEYA KIŞANDINA AVA FIRATÊ
XEBATÊN GIHANDINA AVA VEXWARINÊ JI HESEKÊ RE TÊN ASTENGKIRIN
Ev zêdetirî salekê ye dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ava stasyona Elokê li ser kantona Hesekê qut kiriye.
Ji bo peydakirina avê ji şêniyên herêmê re, Rêveberiya Xweser ji destpêka salê ve projeya kişandina ava Firatê dabû destpêkirin.
Ev proje, ji 1’ê Îlonê ve wekî tecrûbe kete pratîkê.
Bi rêya vê projeyê ava vexwarinê ji şêniyên kantona Hesekê re hate dabînkirin.
Karkerên projeyê dibêjin; hin kes bikaranîna şaş a xeta avê xebatên gihandina ava ji navenda kantona Hesekê re, asteng dikin.