EV 40 ROJ IN BÊ CEYRANIN…
MALBATA NÎLLÎ YA WANÎ BANGA ALÎKARIYÊ DIKE
Li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî bi milyonan kes nikarin debara xwe bikin.
Yek jî wan malbatan jî malbata Nîllî ye..
Malbat li Taxa Yenîmahalle ya navçeya Wan Rêya Armûşê dijî.
Şîrketa Belavkirina Elektrîkî ya Vangoluyê ji ber deynen faturayan nedane ceryana malbata Nîllî biriye.
Ev 40 rojin bê ceyranin.
Zarok li ber mûman hewl didin dersên xwe çebikin..
Malbatê, anî ziman ku deynê ceryanê 140 hezar e û qaweta wê nagihê ku vî pereyî bidin.
Yûsûf Nîllî ani ziman ku bi alîkariya cîranen xwe debara xwe dike.
Dayik Emîne Nîllî jî daxwaz kir ku ceyrana wê berdin û got:
Ji ber ceyran tûne ez li ser sobe xwarinê çedikim..
Sibe dusbe em ê sobê rabikin. Hingî ez ê xwarine li ku çebikim.?
Bila ceyrana me berdin, em mexdûrin.