Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Çend roj beriya wezîrê berê yê Îranê Daryuş Forouhar hatibû kuştin, bi Rêber Apo re axiviye 12.03.2021

 

KUŞTINA WEZÎRÊ BERÊ YÊ ÎRANÊ DARYUŞ FOROUHAR
BERIYA KUŞTINÊ ÇEND ROJAN FOROUHAR BI RÊBER APO RE AXIVIYE

Ji Wezîrên berê yê Îranê Daryuş Forouhar dema Rêber Apo li Romayê bû, tevî hevjîna xwe hatibû kuştin.

Di vê kuştinê de jî navê îstixbarata Tirk MÎT derbas dibû.

Derket holê beriya Daryuş Foruahar were kuştin, bi telefonê bi Rêber Apo re axiviye.

Dema Rêber Apo 9’ê cotmeha 1998″an ji Rojhilata Navîn derket û heta 15’ê sibata 1999’an dîl hate girtin, 2 bûyerên kuştinê yên hê nehatine ronîkirin qewimîn.

Yek ji wan kuştina şêwirmenda serokê wê demê yê Rûsya Borîs Yeltsîn Galîna Starowojo ya ku herî zêde wê dixwest Rûsya statuya siyasî bide Rêber Apo bû.

Galîna Starowojo li ber mala xwe bi gulebaranê hate kuştin û ew bûyer hê nehatiye ronîkirin.

Bûyera dûyemîn jî 28’ê mijdara 1998’an kuştina wezîrê berê yê kar ê Îranê Daryuş Forouhar û hevjîna wê Pervaneh Forouhar e.

Di kuştina Forouhar’an de navê saziya îstixbarata Tirk MÎT’ê derbas dibû.

Keça Forouhar Parastou Forouhar ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku bavê wê beriya were kuştin, bi Rêber Apo re axiviye û tiştên dikare bike jê pirsiye.

Parastou Forouhar dibêje ku çend roj piştî hevdîtinê bavê wê hatiye kuştin.

Forouhar tîne ziman ku ew tam nizane li ser çi axivîne, lê bi îhtîmaleke mezin bavê wê ji Ocalan pirsiye ka dikare ji bo wî çi bike.

Lê li gel vê yekê li ser naveroka axaftinê agahiyeke berbiçav neketiye ber destê wê.

Parastou bi bîr dixe ku têkiliya bavê wê bi PDK-Iraq Mele Mistafa Barzanî û Îdrîs Barzanî re jî baş bû û dibe ku ji ber van di kuştina wî de rola MÎT’ê tirk hebe, bi gotineke din alîkariya rejîmê ya ji bo kuştinê kiribe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv