RÛNIŞTINA DOZA KOMKUJIYA MALBATA ŞENYAŞAR
DAYÎK EMÎNE JI BER ÇALAKIYA XWE YA LI BER EDLIYÊ BEŞDARÎ DOZÊ NEBÛ
Di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Riha Pirsûsê AKP’î yan di dema xebatên hilbijartinê de êrişî ferdên malbata Şenyaşar kiribûn.
Ji ferdên malbata Şenyaşar 3 kes hatibûn kuştin.
6. rûniştina dozê li 3. dadgeha cezayê giran ya Meletî pêk hat.
Emîne Şenyaşar a bi daxwaza Edaletê li ber edliya Rihayê çalakiya rûniştinê didomîne beşdarî dozê nebû..
Fadil Şenyaşar ê di êrişa AKP’an de birîndar bûbû ji zindana Elezîzê,
Enwer Yildêzê AKPyî jî ji zindana Osmaniye bi riya dîmen beşdarî dozê bûn.
Ferît Şenyaşar û parêzerên Malbatê, parêzerên OHD û Baroyên Riha, Amed û Dîlokê jî amade bûn.
Dîsa ji bo şopandina dozê Parelementra HDPê Ayşe Surucu û Mahmût Toğrul jî li edliya meletiyê bûn.
Emîne Şenyaşar ev 4 roj in bi daxwaza edaletê li ber deriyê edliyeya Rihayê daxwaza berdana kurê xwe Fadil û girtina sucdaran kir.
Heyeta dadgehê doz taloqî 2’yê nîsanê kir.