ZEXTÊN PDK’Ê LI SER KOÇBERÊN BAKURÊ KURDISTANÊ
MALBATA KAÇAR: JI BER ME SÎXÛRÎ NEPEJIRAND PDK’Ê EM JI HEWLÊRÊ DERXISTIN
Li Başûrê Kurdistanê her ku diçe zext û zordariya PDK’ê ya li ser koçberên bakurê kurdistanê zêde dibe.
Herî dawî 23’ê Mijdarê Asayişa PKD’ê welatiyê bi navê Hasan Kaçar li gel hevjîn û du zarokên wî ji Hewlêrê derxist.
Hêzên PDK’ê malbatê bi darê zorê li wesaîtê siwarkirin û derxistin derveyî seytereya Dêgela ya dikeve sînorê Silêmaniyê.
Hasan Kaçar li ber nûnertiya Netewên Yekbûyî ya Silêmaniyê têkildarî rewşa xwe daxuyaniyek da çapemeniyê.
Hasan Kaçar diyar kir ew ji bo doza siyasî 12 sal di girtîgeha dewleta Tirk de maye û dema tê berdan berê xwe daye Başûrê Kurdistanê.
Tevî vê yekê jî hêzên PDK’ê û MÎT’a Tirk sîxurtî li ser me ferzkiriye.
Kaçar dibêje piştî ku min sîxurtî redkir asayişa PDK’ê em bi darê zorê ji Hewlerê derxistin.
Herî dawî Hesen Kaçar bang li rêxistinên mafê mirov û Netewên Yekbûyî kir bi erka xwe rabin.
KOMELEYA KARKERÊN MEZOPOTAMYA
DIVÊ GEL LI DIJÎ PDK’Ê BI HELWEST BE
Komeleya Karkerên Mezopotamya serdana malbata Hesen Kaçar kir û piştgirî dan malbatê.
ZEXTÊN PDK’Ê LI SER KOÇBERÊN BAKURÊ KURDISTANÊ
NÛNERTIYA HDP’Ê: EV BIRYARA LI DIJÎ ENDAMÊN ME TÊN GIRTIN WEKÎ LI HDP’Ê HATÎ KIRIN
Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê derbarê mijarê de li avahiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê.
Hevserokê Nûnertiya HDP’ê Hikmet Xetîb daxuyani xwend.
Hevserokê Nûnertiya HDP’ê ev bang li PDK’ê û raya giştî ya başûrê Kurdistanê kir.