KRÎZA ABORÎ YA LI TIRKIYÊ Û POLÎTÎKAYÊN RÊJÎMA FAŞÎST
LI GELEK BAJARAN GEL DAKET KOLANAN Û ÎSTIFAYA ERDOGAN XWEST
Hukumeta faşîzma AKP-MHP’ê herî zêde bûtçeya xwe ji bo şerê li dijî Kurdan veqetandiye.
Polîtîkayên şer ên dewleta Tirk bû sedema qrizeke mezin a aborî û civakî.
Ev polîtîka her diçe Tirkiyê ber bi felaketekê ve dibe.
Li gor rêjeyên dawîn qimeta lîreya Tirk li hember Dolar û Euro her diçe kêm dibe û bi vê re jiyan zêdetir buha dibe..
Ev jî dibe sedema, xizanî, koçberiya gel û krîza civakî.
Li dijî vê rewşa nediyar li bajarê Tirkiyê gel daketin kolanan, Erdogan û rêveberîya wî protestokirin.