Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ahmet Aktaş: “‘Lêborîn’ a Kemal Kiliçdaroglu”

 

“LÊBORÎN”A KEMAL KILIÇDAROGLU
AHMET AKTAŞ / RONAHÎ

Gotin û têgeha lêborînê, ne neyînî ye, erênî ye. Lê kes û saziyên vê peyvê bi kar tînin kî ne? Ya girîng ev e. Ev peyv, ji aliyê serokê partiya Ataturk CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ve hatiye gotin û têra xwe rojeva raya giştî ya Tirkiyeyê dagirtiye.

Ev partî û rêberên wê yên yekemîn û duyemîn û hwd. hemû tên naskirin ku dewleta Tirk çawa û li ser çi zihniyetê ava kirine. Kurt û kurmancî em bêjin; li ser tunekirin û qirkirina gelên ne tirk û baweriyên ne misilman ê mezhebê henîfî hatiye damezrandin. Bi gotineke hîn zelaltir; li ser jenosîda Ermeniyan, Rûman, Pontûsan, Lazan, Asûri-Suryaniyan, Êzîdiyan, Elewiyan û hwd. hatiye ava kirin. An jî bi rêya bişaftin/asimilekirinê, heta ku karibû hejmarek berbiçav ji van pêkhateyan jî kirin tirk û ew projeya netew-dewlet a tirk misoger kirin.

Îca weke tê zanîn ji Kemalê ewil (Ataturk) heta yê dawî Kemalê Kiliçdaroglu û divê xayinê mezin Ismetê Ker jî neyê jibîr kirin. Heta roja îro hamû li ser vê zihniyeta dijminkarane ya gelên Kurdistanê meşiyane.

Hemûyan nijadperestiya tirkîtiyê parastine û ew dirûşma “yek welat, yek milet, yek û yek û yek” qiriyan e. Lewma Kurdistanî mafdar e bi gûman nêzî gotinên wan bibe.

Di vê mijara nijadperestiya tirkitiyê û dujminatiya Kurdistaniyê de, ti cudahî di nava AKP-MHP û CHP-IYI partî de nîne. Dibe ku şekli hinek cudahiyên wan ji hevdu hebin.
(…)

Lewma divê partiyên siyasetê didin meşandin, bêhtir bi hişyarî û piralî hizir bikin û li goreyî wê amadekariyên xwe çêkin. Li vira kar gelek dikeve ser milê HDP’ê. Her çendîn li gel HDP’ê bi tirs tevdigerin û danûstandinek ji dil nayê dîtin jî, divê her gotinek balkêş derket pêş an bi navê dostaniyê dest hat dirêjkirin, mirov ji despêkê ve neyînî bersîvê nede.
(…)

Her çendîn gotina wî ya dibêje “em hev helal bikin” olî be jî, êdî di nava gel de bûye weke çandeke ji rêzê. Lê ya rast divê rû bi rû bûn pêkwere û herkes li gunehê xwe mikur were, paşê lêborîn were xwestin.
(…)

Lê ya herî giring, gelo vê partiya damezrêner û xwedanê dewletê CHP, ew ê karibe ewqas sûc û gunehên giran ên dewleta wan ku li dijî gelê Kurdistanê kiriye li xwe mikûr were? Ev pirs û bersîva wê pir giring e!
(…)

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv