Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Lixwemukurhatinên serçeteyên Tirk: ‘Bi fermana Mehmet Agar, karsazên Kurd dihatin kuştin’

 

LIXWEMUKURHATINÊN SERÇETEYÊN TIRK
“BI FERMANA MEHMET AGAR, KARSAZÊN KURD DIHATIN KUŞTIN”

Salên 90’î bi bilindûna têkoşîna azadiya Kurdistanê re, li Tirkiyê têgeha dewleta kûr ket rojevê.

Bi vê pergala ku bi hevkariya artêş, Mît û Jîtemê pêş ket dihat xwestin pêşî li Kurda bê girtin.

Destê vê koma çete ya dewleta Tirk li Kurdistanê di gelek bûyerên narkotik, revandin, kuştin û sûîkatê çêbûn.

Bi taybet ev pergala qirêj di serdema Tansû Çîler, Dogan Gureş û Mehmet Agar pêş ket.

Rejîma AKP-MHP’ê jî li Kurdistanê bi haman şêwazî tevdigeriya.

Ferqa di navbera AKP û pergala salên 90’î ew bû ku Erdogan û ekîba li derdorê veşartî, bi awayekî hosta tevdigeriyan.

Serçeteyê bi navê Sedat Peker, ji 2’ê Gulanê vir ve bi rêya dîmenan, çeteya di nav rejîma AKP-MHP’ê de xal bi xal eşkere dike.

Di vê mikurhatinê de mijara sereke ya Peker, wezîrê karê hundur Suleyman Soylu bû.

Lê bi demê re yek bi yek navê ekîba li derdora wî jî eşkere kir.

Di beşa dawî ya mukirhatinên xwe de Sedat Peker pêwendiyên di navbera siyaset, dewleta kûr û mafyayê de raxistin ber çavan.

Vê carê Sedar Peker mirovê herî nêzî Erdogan xist nava lîsteya sûcdar û bazirganinên narkotîkê de.

Ew jî serokwezîrê berê Bînalî Yildirim bû.

Peker destpêkê careke din pêwendiya Suleyman Soylu û Fetullah Gulen bi bîr xist û eşkere gef lê xwarin.

Di vîdeoyê de Peker dibêje “kujerê rojnamenavan Ugur Mumcu, Mehmet Agar bi xwe ye.”

Bi çend gotinan be jî Peker lixwemukir hat û got: “bi fermana Agar, karsazên Kurd dihatin kuştin.”

Serçeteyê Tirk paşê axaftina xwe anî ser xebatên bazirganiya narkotîkê.

Di vê mijarê de wî kurê Bînalî Yildirm, Erkan Yildirim weke rêveberê vî karî nîşan da.

Peker eşkere kir ku Erkan Yildirim ê xwediyê bi dehan keştîyî, beriya demekê ji bo bazirganiya narkotîkê çûye serdana Venezuellayê û wiha dewam kir:

“Berê kokaîn di ser Kolombiyayê re dihat. Piştî ku Hezîrana par derdora 5 tonan hate girtin, rêya vê bazirganiyê hate guhertin.

Ji bo vê kurê Binalî Yildirim, Erkam Yildirim çileyê Îsal çû Venezulla û 4 rojan li wir ma.”

Sedat Peker da zanîn ku Erkan Yildirim gelek caran çûye Qibrisê û li wir Halîl Falyali vê xebat kordîne dike.

Di vî warî de ji xwe dostaniya Erkam Yildirim û Suleyman Soylu tê zanîn.

Peker herî dawî hişyarî da eger zextên li hemberî wî dewam bikin, ew ê di rojên bên de asta herî bilind a sûcên Soylu û kesên derdora wî eşkere bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv