HILBIJARTINÊN LI SÛRIYÊ
MSD: EM BEŞDARÎ HILBIJARTINÊN SEROKATIYÊ YÊN SÛRIYÊ NABIN
Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê têkildarî hilbijartinên serokatiyê yên Sûriyê daxuyaniyek da.
MSD’ê got hilbijartin ji armanc û daxwazên gelê Sûriyê re nabe bersiv û wiha dewam kir:
Tevî ku me gelek caran hewl da ji bo pêkanîna pêşketineke siyasî bi hikumeta Şamê re dan û standinan bikin jî, ew yek pêk nehat.
Desthilata Şamê bêyî ku mafên mirovan li ber çavan bigire, hemû lihevkirin û hevdîtin asteng kirin û armanca wê ferzkirina nêrîna xwe bû.
Rejîm û opozîsyon berpirsên hemû sûcên li dijî gelê Sûriyê ne.
Herwiha ew ji astengkirina danû standinên ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya li gorî biryara 2254`an jî berpirsiyar in.
MSD’ê bibîr xist ku li gorî biryara 2254an, divê desteyeke hikumeta demkî bihata avakirin, atmosfereke ewle bihata afirandin û destûreke nû bihata sazkirin.
MSD wiha dewam dike:
Di encama van guhertinan de jî hilbijartinên durist ên bi çavdêriya navneteweyî wê pêk bihatana da ku alozî bi dawî bibûya.
Ji ber vê yekê em weke MSD’ê teqez dikin ku em ê nebin parçeyekî hilbijartinên serokatiyê û em beşdar nabin.
Li aliyê din Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar girt ku dergehên sînor ên bi hikûmeta Şamê re bigrin.
Rêveberiyê da zanîn ku girtina dergehan heta derxistina biryareke din dê dewam bike.