KNK’Ê LI BAŞÛR SERDANA YEKÎTIYA PARLEMENTERAN KIR
“JI BO YEKÎTIYÊ ÇI ERK BIKEVE SER MILÊ ME, EM Ê BIKIN”
Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê 15’ê Gulanê bi ser navê ‘Helwesta Welatparêzî û Neteweyî ya li dijî dagirkerî û êrişkariya dewleta Tirk’ konferanseke berfireh lidar xist.
Piştî vê konferansê heyata KNK’ê li Başûrê Kurdistanû dest bi xebatan kir.
Heyeta KNK’ê bi serokatiya hevserok Zeynep Murad li Hewlerê serdana Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê kir.
Paşê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn.
Endamê Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê Kerîm Behrî behsa naveroka civînê kir û da zanîn ku ew hertim piştgiriyê bidin xebatên KNK’ê yên ji bo yekîtiya gelê Kurd.
Hevseroka KNK’ Zeyneb Murad jî daxuyakirin ku ji bo parastina deskeftiyên gelê Kurd ew ê tim di nava xebatan de bin.
Heyeta KNK’ê wê li Başûrê Kurdistanê bi partî û saziyên re civîn û serdanên xwe bidomîne..