LI ZAP Û AVAŞÎNÊ ÇALAKÎ
HPG: DAGIRKEREK HAT CEZAKIRIN
HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriya Tirk ev agahî dan:
Bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê gerîlayan li Zap û Avaşînê çalakî li dar xistin.
23’yê Gulanê gerîlayan bi çekên giran dagirkerên li ser Girê Xeregolê yê Zapê kirin hedef.
4 roket li çeperên dijmin keti û 2 roket jî li dora wan.
Di vê çalakiyê de bi awayekî zelal hat testpîtkirin, ku dagirkerek hatiye cezakirin.
Gerîlayên YJA-Starê 24’ê Gulanê dagirkerên li ser Girê Şehîd Dilgeş ê Avaşînê kirin hedef.
Gerîlayên jin çeperên artêşa Tirk bi çekên giran dan ber gulleyan û li hedefên xwe dan.
23 û 24’ê Gulanê artêşa dagirker Girê Zendûra û qada Derarê yên Metînayê bi balafirên şer û helîkopterên êrişî bombe kirin.