Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li zîndanên dewleta Tirk çalakiya girtiyan 167 roj li pey xwe hiştin

 

PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI ZÎNDANÊN DEWLETA TIRK ÇALAKIYA GIRTIYAN 167 ROJ LI PEY XWE HIŞTIN

Li zîndanên dewleta Tirk a dagirker, girtiyên azadiyê di nava zext û faşîzmeke giran de li ber xwe didin.

Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye rabûne û ev 167 rojin di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem de ne.

Koma 34’an çalakiyê bi rê ve dibe..

Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê jî bi heman armancê çalakiya greva birçîbûnê 146 roj li pey xwe hiştin.

Meclîsa jinan a Îştarê pêşengiyê ji çalakiyê re dike..

Bi daxwaza azadiya rêber APO çalakiyek jî li Yûnanistanê pêk tê.

Kurdên li Kampa Lavrîo bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê çalakiya greva birçîbûnê didomînin.

Çalakiya Kurdistaniyan 129 roj li pey xwe hiştin.

BERDEVKA MECLÎSA JINAN A HDP’Ê AYŞE ACAR BAŞARAN
“JIN JI BO AZADIYA XWE LI DIJÎ TECRÎDKIRINA BIRÊZ OCALAN TÊDIKOŞIN”

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî polîtîkaya tecrîdê ya dewleta tirk nirxand.

Ayşe Acar Başaran da zanîn ku tecrîd herî zêde bandorê li jinan dike û wiha got.

Bi tecrîdkirina birêz Ocalan re tevahiya civak hatiye tecrîdkirin.

Li hemberî vê zilmê li zindan û derve têkoşînek tê meşandin.

Yên pêşengiyê ji vê berxwedanê re dikin jin in.

Lewma jinên têkoşer hedefa sereke ya vê rejîma faşîst in.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê da zanîn ku partiya wan wê tu carî li dijî tecrîdê bêdeng nemîne û got..

Ji bo şikandina tecrîd û azadiya fizîkî ya birêz Ocalan xebatên me hene.

Em ê nexşerêyekê deynin ber xwe ka wê civaka me li dijî faşîzmê çawa têbikoşe.

Em dikarin bi têkoşîneke mezin, hevpar û rêxistinbûnê tecrîdê bişikînin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv