Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Selahattîn Erdem: Li Zagrosan têkbirina faşîzmê

 

LI ZAGROSAN TÊKBIRINA FAŞÎZMÊ
SELAHATTIN ERDEM DIJWARIYA ŞERÊ LI ZAGROSAN JI YENÎ OZGUR POLÎTÎKA’YÊ RE NIVÎSÎ

Selahattîn Erdem di nivîsa xwe ya vê heftiyê de îşaret bi şerê li Zagrosan kir û ji aliyê dîrokî ve jî nirxandinên li ser Zagrosê bi bîr xistin;

Li gorî rîwayetekê mirovî li Zagrosan çêbûye û ji wir li hemû cihanê berbelav bûye.

Mirovahî ji xeta Gever-Şemzînanê li temamiya cîhanê belav bûye, ji ber vê yekê, ji bo wê dibêjin ‘Çêbûna Mezin’ yanî Zagros.

Niha jî ji Zagrosan bi hebûna kurdê azad ku xwedî nasnameya PKK’ê ye bi pêşengiya Rêber Apo û bi rengê gerîla çêbûneke nû tê jiyîn.

Gerîlayên azadiya Kurdistanê ji hêla stratejîk ve li girêka Zagrosê berbelavî çar beşên Kurdistanê bûye.

Bîreweriya azadiyê li nav têkoşîneke wiha kûr bûye û Şoreşa Azadiya Jinê li nav vê kûrbûnê derketiye holê.

Serhildana gel a Kurdan û feraseta netewa demokratîk di nav pêvajoyeke wisa ya têkoşînê de derketiye holê.

Statûya berdest a Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Azadiyê ya Rojava encamên têkoşîneke wiha ne.

Tê zanîn ku êrişa pêşî ya TC’ê ku jê re ‘dersînor’ tê gotin 25’ê Gulana 1983’an bûye û êrîş anîne ser Gelî û Çiyayê Zendûra.

Tesadûfeke mezin e, tam piştî 38 salan, 23’yê Nîsanê, êrîşa dawî ya dagirker a TC’ê dîsa li Çiya û Geliyê Zendûra dest pê kiriye.

Di van 38 salan de teqez e ku herêma ku herî pir ‘operasyona dersînor’ anîne ser herêma Zap û Avaşînê ye.

Naxwe ne tesadûf e ku niha şerê mezin jî li herêma Zap-Avaşînê, ango li Zagrosan giran bûye. Diyar e ku fînala şerê 38 salan tê jiyîn.

Di vî şerê 38 salan de pergala TC’ê 6 serokkomar, gelek serokwezîr, hikûmet û serekerkan guherandine.

Bêguman armanca me li vir ne weşandina bîlançoyên wiha ye.

Gelo 25’ê Gulana 1983’an dema ku êrîşa dagirker anîn, Kenan Evren ku serokkomar û serekerkanê wê demê û rêveberên din çi gotibûn?

Gotinên rêveberên TC’ê yên berê û yên cot-faşîsên îro Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî çi qasî jî dişibin hev!

Diyar e ku dîsa ên ku TC’ê rê ve dibin derewan dikin û artêşa TC’ê li bara Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê derbê dixwin.

Weke Sibata 2008’an li Zapê û Sibata 2021’an li Garê.

Diyar e ku weke dîktatoriya faşîst a pêşî Kenan Evren, dîktatoriya faşîst a dawî Erdogan-Bahçelî jî li Zagrosan têk diçin.

Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê hişmendiya faşîst-qirker û siyaseta wê li Zagrosê binax dike, bûyina mezin a mirovahiya azad pêk tîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv