JI TJK-EWRÛPAYÊ QONAXEKE NÛ YA PÊNGAVA “DEMA AZADIYÊ YE”
LI STRASBÛRGÊ ÇALAKIYA KU WÊ MEHEKÊ BIDOME DEST PÊ KIR
Li bajarê Fransa Strasbûrgê li ber Konseya Ewrûpayê, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê û CPT’yê Kurd dîsa di nava çalakiyan de ne.
Helbet li rex çalakiya nobetê ya ji Ocalan re azadî ku ji 2012’an ve didome.
TJK-Ewrûpayê qonaxeke nû ya çalakiyan a bi Pêngava Dem Dema Azadiyê ye ragihand.
Di çarçoveya vê qonaxa çalakiyan de li vê derê bi sedan kesî çalakiya rûniştinê bi daxuyaniyekê hat destpêkirin.
Di daxuyaniyê de êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Zap, Metîna û Avaşînê hatin bibîrxistin û armanca çalakiyê wiha hat vegotin.
Piştî dayîna daxuyaniyê Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal axivî û bi bîrxist, ku dewletên rojavayî li hemberî qirkirina gelê Kurd bêdeng in.
Çalakî wê 4 hefteyan her roj li heman cihî dewam bike.