CEJNA REMEZANÊ
JI KCK’Ê BANGA XURTKIRINA XWEDÎDERKETINA LI ŞEHÎD Û MALBATÊN WAN
Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi daxuyaniyekê di serî de li Kurdistaniyan, cejna Remezanê li tevahiya alema Îslamê pîroz kir.
Em hêvî dikin, ku ev cejn bibe wesîleya aştî, aramî û tenduristiyê di nava alema Îslamê de.
Bila cejna îsal hêzê bide têkoşîna ji bo cîhaneke azad, demokratîk û wekhev.
Di serî de Misilmanên Kurdistanî, em cejna tevahiya Misilmanên li ser rêya heq pîroz dikin.
Ji bo Misilmanên Kurdistanî jî KCK’ê bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî êrişên qirkirinê yên rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê.
Divê Kurd bizanibin, ku heta jiyaneke azad û demokratîk bi dest nexin, dagirkeriyê têk nebin wê rehetiyê nebînin.
Yekane rêya ku me bi ser bixe, têkoşîn û berxwedana mîna gerîla ye.
Bi her awayî beşdariya li nava refên gerîla ji bo têkoşîna li her derê erkeke pîroz e.
Yekane rêya şikandina tecrîda li dijî Rêber Apo, bersiva ji bo hevrêyên li zîndanan li ber xwe didin û azadiyê ev e.
Di daxuyaniyê de KCK’ê bi taybetî nirxên Kurdistanê, şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr xistin.
Di vê cejnê de ji her demê xurttir em li şehîdên xwe xwedî derkevin.
Em bi awayekî girseyî serdana şehîdgehan bikin.
Em bi awayekî xurttir xwedî li bîranînên şehîdan derkevin û bersiva êrişên dijminê qirker û faşîst bidin.
Em bi awayekî xurt xwedî li malbatên şehîdan û girtiyan derkevin.
Bi wesîleya cejnê em şehîdên Cenga Heftanîn, Xabûrê û Bazên Zagrosê bi bîr tînin.
Em ê wê soza ji bo şehîdan a serfiraziyê bi cih bînin.
Di serî de berxwedêrên li Mexmûr û Lavrîo, careke din cejan Remezanê li tevahiya Misilmanên Kurdistanî pîroz dikin.