PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI ZINDANÊN DEWLETA TIRK ÇALAKIYA GIRTIYÊN AZADIYÊ MEHA XWE TIJÎ KIR
Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê 25’ê Mijdarê li gel pîrozkirina salvegera damezrandina PKK’ê bi daxuyaniyekê beşdariya xwe ya li Pêngava Dem Dema Azadiyê ye ragihandibûn û 27’ê Mijdarê dest bi dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Berxwedana girtiyan a ji bo heta şikandina tecrîd û azadiya Rêber Apo meha xwe tijî kir.
Girtî kom bi kom ji 5 rojan carekê çalakiyê bi dorvegerî pêkbînin û koma 6’an pêşengî ji berxwedanê re dike.
Di vê navberê de li aliyekî biryardariya girtiyên azadiyê di asta bilind de xwe dide der.
Li aliyê din jî dagirkeriya Tirk li ser wan zext û faşîzma xwe zêde dike.
Berxwedêrên ku birê malbatên xwe peyaman dişyînin destnîşan dikin ku rejîm bi zextên xwe wê nikaribe berxwedana wan bişkîne û heta ew bigihîjin armanca xwe wê çalakiya xwe dewam bikin.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
LI MEXMÛRÊ KOMA 5. ÇALAKÎ DEWR GIRT
Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê jî ji bo piştgiriya bi berxwedna girtiyên azadiyê re çalakiya greva birçîbûnê ya bidorvegerî tê lidarxistin.
Çalakiya ku meclîsa Îştarê jêre pêşengiyê dike 9 roj li pey xwe hiştin.
Li ser navê çalakgeran Ronahî Amed axiv û bang li tevahiya gelê Kurd kir ku li her deverê ji bo bilindkirina dengê girtiyên azadiyê dakevin qadan.
Piştî axaftinan koma pêncan çalakî dewr girt.