KONGRA GEL BANGA SEFERBERIYÊ KIR
“DIVÊ BERXWEDANA LI ZINDANAN BELAVÎ HER DERÊ BIBE”
Dîwana Hevserokatiya Kongra Gel li ser çalakiya greva birçîbûnê ya li zindanan daxuyaniyek da.
Kongra Gel pêngava KCK û KJK’ê ya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, Dem dema Azadiyê bi bîr xist û wiha got.
Êşkenceya ku li Îmraliyê destpêkir, li tevahiya zindanên Tirkiyê belav bûye.
Gelê Kurd li zindan û derve bi tekoşîna ji bo azadiya Rêber Apo dikevin sala nû.
Em bi dil û can berxwedêrên li zindanan silav dikin.
Nava şert mercên herî giran de berxwedana wan tê wateya jinûve serî rakirina gelê Kud.
Ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê bi serkevin û bigihîjin armanca xwe Kongra Gel banga seferberiyê li hemû Kurdistaniyan kir.
Ji bo em bigêhêjin armanca xwe, tenê berxwedanên zindanan têrê nake.
Pêwîst e welat û derveyî welat, xwedî-derketina li berxwedana zindanan were mezin kirin.
Êdî dem dema têkbirina faşîzmê ye.
Lazime gelê me yên çar aliyên Kurdistan û derve li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê serî rakin.
Azadiya rêber APO tê wateya azadiya Kurdistan û Rojhilata Navîn
Ji bo azadkirina Rêberê xwe divê em li her qadê tevlî berxwedanê bibin.
Ji destê kî/kê çi tê divê bike û derveyî serketinê tiştekî qebûl neke.