CENGA HEFTANÎNÊ
HPG: LI HERÊMA XANTÛRÊ 3 ESKERÊN DEWLETA TIRK HATIN KUŞTIN
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li Heftanînê ev agahî dan.
Gerîlayên bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê rabûn 22’ê Kanûnê dagirkerên li girê Xantûrê kirin hedef.
Gerîlayan ji du milan ve çalakî kir..
Çeperekî çeka giran a A4 tê de ku xwest rê li ber gerîla bigire jî ji aliyê milê yekemîn me bû hedef.
Li vir, ev çeper hat ruxandin 2 dagirkerên tê de bûn hatin kuştin.
Milê duyemîn jî çeperekî din ê dagirkeran kir hedef û eskerek hat kuştin.
Bi giştî di vê çalakiyê de 3 esker hatin kuştin, çekeke A4 a giran hat tinekirin û du çeper hatin rûxandin.
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPGê li ser êrişên dagirkeriya Tirk jî ev agahî dan:
12’ê Kanûnê qada Keşan a Herêma Heftanînê.
19’ê Kanûnê Girê Sor ê herêma Avaşînê.
20’ê Kanûnê devera Werxelê ya herêma Avaşînê.
Û 24’ê Kanûnê jî devera Basya ya Avaşînê, devera Frîz a herêma Gare li devera Saca ya Zapê û devera Çemço û Sîda ya Zapê ji aliyên balafirên artêşa Tirk a dagiker ve hatin bombebarankirin.
Di êrişan de ti zirar li gerîlayan nebû.