ÊRIŞ Û DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK A LI BAŞÛR
ŞÊNIYÊN ŞAREZÛR: DIVÊ HEMÛ PARTIYÊN KURD LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ RABIN
Welatiyên navçeya Şarezûr a Silêmaniyê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdan, dijberiya PDK’ê ya li hemberî yekîtiya gelê Kurd û siyaseta wê şerxwaz ji ajansa Nûçeyan a Rojnews re axivîn.
Hesen Qerebilaxî dibêje, eger şerek di nava hêzên Kurdî de pêk were wê zirar bide tevahiya desketiyên gelê Kurd.
Û bang li PKD’ê dike neyên lîstikên dewleta Tirk a ku dijminê tevahiya Kurdan e.
Welatiyê bi navê Şivan Mihemed jî destnîşan dike ku wê şer di xizmeta dagirker û neyarên Kurdistanê de be.
Û daxwaz ji hemû gelê Kurd û aliyên siyasî dike ku ji bo pêşîlêgirtina şer helwesta xwe nîşandin.