Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

‘Li zîndanan hiqûqa dijminatiyê heye, xebatên saziyên sivîl ne bes in’

 

NOBETA XIZMÊN GIRTIYAN YA LI AMEDÊ
ÇALAKIYA NOBEDA EDALETÊ DI ROJA 41’AN DE YE

Ji bo girtiyên nexweş werin berdan Malbat û xizmên wan di çalakiyê de ne.

Ev 41 rojin malbatên girtiyan li Baroya Amedê di Nobeta Edaletê de ne.

Xizmên girtiyan bi vê çalakiya xwe hewl didin balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên nayên berdan.

Bi heman armac û daxwazê li Baroya Wanê jî nobeta edaletê heye.

Çalakiya malbatên girtiyan bi piştevaniyeke bilind di roja 18’an de didome.

Hevjîna girtîyê bi navê Îbrahîm Alkan, Dilşah Alkan yek ji wan nobetdarê Edaletê ye û dibêje.

PARLAMENTERA HDP’Ê DÎLAN DÎRAYET TAŞMEDEMÎR:
BERPIRSYARÊ KOMKUJIYA LI GIRTÎGEHAN DESTHILATDARIYA AKP’Ê YE

Meclisa Jinan a HDP’ê ya Bajarê Agirî yê û Tevgera Jinên Azad jî bi armanca balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş li ber avahiya HDP’ê ya Agiriyê daxuyanî dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de pankarta “Em ne dilrehmî, edalet û azadiya girtiyên nexweş dixwazin” hat vekirin.

Parlamenter Dîlan Dîrayet Taşdemîr, di daxuyaniyê de diyar kir ku “her roj li girtîgehan mafen girtiyan tên binpêkirin.

Pêkanînên li girtîgehan tê meşandin zilm in.

Di rojên dawîn de 7 cenaze ji girtîgehan derketin. Ev komkujî ye.

Berpirsê komkujiyê jî desthilata AKP-MHP’ê ye.”

REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ Û NEBERDANA GIRTIYAN
LI ZINDANAN HÛQÛQA DIJMINATIYÊ HEYE, XEBATÊN SAZIYÊN SIVÎL NE BES IN

Endamê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Mûrat Ekmez û Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî jî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nirxandin.

Seroka ÎHD’ê Yolerî diyar kir ku armanca girtiyan azadiya civakê ye.

Lewma îqtidar dixwaze wan biguherîne, an jî veguherîne. Ev pêkanîn hemû hiqûqa dijminatiyê ye.

Pergal mirovan wekî hebûnekê nabîne. Ev ji bo mirovan dibe gefek pir cidî.”

Mûrat Ekmez jî bibîr xist ku Divê girtîgeh tenê di dema mirinê de neyên bîra mirov, divê rojeva sereke ya her kesî biben.

Ekmez, her wiha xebatên rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên hiqûqê jî nirxand û got û xebatên tên kirin ne bes in.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv