Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Farûk Sakik: ‘Li zîndanan hiqûqa dijminatiyê’

 

LI ZÎNDANAN HIQÛQA DIJMINATIYÊ
FARÛK SAKIK / RONAHÎ

Mêtîngeriya Tirk li zîndanan, li hember kurdan politîkayên taybet dimeşîne. Di dîrokê de zîndan her tim wek navenda tolgirtin, qirkirin û tunekirina Kurdan hatine bikaranîn. Bi êşkenceyên mezin dixwestin vê siyaseta xwe bibin serî. Di roja me ya îro de jî zîndanên dewleta Tirk, ji bo girtiyên siyasî yên kurd bûne êşkencexane.

Di îstastîkên Konsêya Ewropa de li gor nifusê herî zêde li zîndanên Tirkiyê girtî henin. Giraniya van girtiyên siyasî jî ji ber doza Kurdistanê, Kurd di girtîgehan de ne.
(…)

Di dîroka Kurdistanê de her ku serhildan pêkhatine em dibînin ku fînal li zîndanan bi darvekirinan dawî buye.

Komara Kurdistanê bi darvekirina Qazî Muhamed, Serhildana Şêx Saîd bi darvekirina wî û Serhildana Dersim jî bi darvekirina Seyîd Riza bi dawî bû. Piştî van darvekirinan me dît ku careke din ev serhildan ji nû ve destpênekirin.
(…)

Lê di îsyana PKKê de ev yek nebû. Ev taktîkên wan bi serneketin. Piştî darbeya 12’ê Îlonê dest bi girtina çiqas pêşeng û kadroyên PKK’ê hebûn kirin. Li dû şopa wan bûn. Dema ev kadro û welatparêzên nezî PKK’ê hatin girtin êdî qonaxek nû destpê kir. Digotin doza Kurdistanê di kesayeta van kesan de wê li zîndanan bi dawî bibe. Digotin ew siyaseta qirkirina Kurdan, ku bapîrên me dane destpêkirin, wê ev car bigihîje armanca xwe.

Lê, hin pêşengên PKK’ê yên wekî Mazlum Dogan, Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş û Ferhat Kutay li hember van politîkayên mêtîngeriya Tirk, dest bi berxwedaneke dîrokî kirin. Şehîd bûn jî lê bi tu awayî rê nedan ku faşîzm bi serkeve. Berovajî berxwedana wan bû sedem ku PKK rojek zû dest bi şerê çekdarî bike û heta roja me bîne.

Di roja me de ev mîrasa siyaseta li zîndanan a dewleta Tirk, AKP’ê girt ser xwe. Li Tirkiyê li ser hev girtîgeh hatin çêkirin û çiqas siyasetmedarên Kurd hene li van girtîgehan tejî kirin. Her ku hejmara girtiyan zêde dibû, zîndanek nû jî lê dihat zêdekirin.

Îro bi sedhezaran girtiyên siyasî li zîndanên Tirkiyê de hene û ji vana sedî 90 ji ber doza Kurdistanê hatine girtin.
(…)

Her zîndanek veguherandina malên mirinê. Ev siyaseta dewleta Tirk ya li ser girtiyan li ber çave mirovahiyê pêk tê. Herkes bêdeng e. Welatên Ewropa û Amerika daxwazên rewa yên Kurdan nabîhîzin û pêşî li terora dewleta Tirk nagirin. Lê kurd û hêzên demokratîk, ji bo midaxeleyî vê pêvajoyê bikin pengaveke nû dane destpêkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv